Însiyatîfa Gel a Kurecîkê dest bi xebatên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê kir
Ji bo xebatên hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê, Kurecîkiyên li Dûîsbûrgê dijîn, dest bi xebatê kirin.
Ji bo xebatên hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê, Kurecîkiyên li Dûîsbûrgê dijîn, dest bi xebatê kirin.
Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, Însiyatîfa Gel a Kurecîkiyan a li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê dest bi xebatê kir.
Însiyatîfa Gel a Kurecîkiyan wê ji 15'ê Îlonê heta 31'ê Cotmehê, li bazara semta Dûîsbûrg-Hambornê, her rojên Sêşem, Pêncşem û Şemiyê standên propaganda û agahdarkirinê veke.
Standa destpêkê duh saet di navbera 09:00-14:00 de hat vekirin.
Pêkhateyên HDP'ê û bi dehan Kurecîkiyan, di bin baranê de bi saetan mirovên li derdorê agahdar kirin.