Karê AKP'ê yê hilbijartinê: 15 girtî, 19 binçavkirî
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Stenbolê 15 kes hatin girtin, li Enqereyê jî 19 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Stenbolê 15 kes hatin girtin, li Enqereyê jî 19 kes hatin binçavkirin.
Polîtîkayên qetlîamker ên hikûmeta AKP'ê bi nêzîkbûna hilbijartinên 1'e Mijdarê re zêde dibin. Li gelek bajaran girtin û binçavkirin her dewam in.
STENBOL
Li Stenbolê di 2'ê Cotmehê de di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 51 siyasetmedarên kurd hatibûn girtin û piştî duh îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin 24 siyasmetmedar serbest hatin berdan û 27 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin. Karên îfadeyên 27 kesan heya serê sibê li dadgehê berdewam kir. Piştî îfadeyan heyeta dadgehê ji bo biryarê navber da û piştre biryara girtina 15 kesan da. Navên siyasetmedarên kurd ên hatin girtin wisa ne: Ayşe Karadag, Tengazer Yilmaz, Meliha Varişli, Ramazan Kirkpinar, Senar Ok, Emîn Ang, Subutay Açik, Zafer Kirik, Îsmaîl Kûrt, Betul Katûrman, Huseyîn Gungor, Seyfettîn Peker, Emîn Acar, Abdurrahîm Yazol û Cafer Aydogmûş.
ENQERE
Li Enqereyê jî di serdegirtina malan de 19 kesên xebatkarên HDP û KCD'ê hatin binçavkirin. Navên binçavkiriyan ên hatine zelalkirin ev in: "Hevseroka HDP'ê ya Çankayayê Oznûr Şahîn, endamê Egıîtm Senê Mazlûm Bîrcan, Sevîm Guçlu, Şahîn Bardakçi, Hatîce Çevîk, Zekî Altûn, Ezgî Îslam, Dîlan Erdogan û Necdet Yalçin."