Ji rêxistinên Suryanî civîna ji bo destekkirina HDP'ê
Rêxistinên Suryanî yên li bajarê Gronaû civiyan, dan xuyakirin ku ew ê careke din destekê bidin HDP'ê.
Rêxistinên Suryanî yên li bajarê Gronaû civiyan, dan xuyakirin ku ew ê careke din destekê bidin HDP'ê.
Rêxistinên Suryanî yên li bajarê Gronaû civiyan, dan xuyakirin ku ew ê careke din destekê bidin HDP'ê.
Li bajarê Elmanya Gronaû, bi armanca destekkirina HDP'ê civînek hat lidarxistin. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, Papazê Dêra li Gronaû Lahdo Ozkaya, Serokê Heyeta Dêrê Îshak Akyil, Serokê Saziya Yekîtiya Dêrên Suryanî li NRW û li ser navê NAV-DEM'ê Tahîr Koçer amade bûn.
Zêdeyî 500 kes ku piraniya wan Suryanî bûn beşdarî civîna li salona dêra Suryaniyan bû.
DORA: YEKANE HÊVIYA BAWERIYÊN CUDA, HDP YE
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku yekane hêviya etnîsîte, zayend û baweriyên cuda HDP ye û got, "Di dîroka Komara Tirkiyeyê de Suryaniyekî bi tenê cihê xwe di parlamentê de negirtibû. Ez Suryaniyek im û cara yekmeîn Suryaniyek di parlamentê de ye. Ev yek jî bi derfetên HDP'ê pêk hatiye. Her wiha tê zanîn ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê jî Suryaniyek e."
'DIVÊ SURYANIYÊN LI DÎASPORYÊ JI BO HDP'Ê DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN'
Dora da xuyakirin ku li Ewropayê bi deh hezaran Asûrî, Suryanî, Keldanî û Aramî hene û got, "Her kesên temenê wan ji bo dengdayînê gihaye, divê dengê xwe bi kar bînin û ji bo bikaranîna dengan jî bibin alîkar."
Li ser navê NAV-DEM'ê Tahîr Koçer axivî û bibîr xist, ku Ermenî, Rûm, Elewî, Êzidî, Suryanî, Aramî, Keldanî gelek civak û komên olî ji ber ziman û nasnameyên xwe neçar man xaka xwe biterikÎnin. Koçer destnîşan kir ku bi têkoşîna xwe re ew ê rê li ber vegera li xaka xwe vekin.
Koçer diyar kir ku yekane rêya pêşîgirtina li komkujiyan, projeya xweseriya demokratîk, konfederalîzma demokratîk a gelan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Nûnerê NAV-DEM'ê ji bo vê yekê jî şoreşa Rojava mînak nîşan da.
Koçer destnîşan kir ku mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê ew ê di 1'ê Mijdarê de jî AKP'ê bi xurtî têk bibin.
NÛNERÊN SAZIYÊN SURYANIYAN: DENGÊ ME DÎSA JI HDP'Ê RE YE
Papazê Dêra Gronaû, Serokê Heyeta Dêrê û Serokê Desteya Dêrên Suryanî li NRW, di axaftinên xwe de diyar kirin ku mîna beriya niha vê carê jî ew ê destekê bidin HDP'ê.