Herêma Kolnê ji hilbijartinê re amade ye

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li derveyî welat dijîn, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê wê ji 8'ê Cotmehê û pê ve dengê xwe bi kar bînin. Mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê wê ji bo hilbijartinên 1'e Mijdarê jî li 13 navendên Elmanyayê sindoq bên danîn.

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li derveyî welat dijîn, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê wê ji 8'ê Cotmehê û pê ve dengê xwe bi kar bînin. Mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê wê ji bo hilbijartinên 1'e Mijdarê jî li 13 navendên Elmanyayê sindoq bên danîn.

Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, piştî Dusseldorf û Frankfûrtê deng herî zêde li herêma Kolnê hat bikaranîn. Li Kolnê, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, ji 49 hezar 436 hilbijêran bi tenê 9162 hilbijêran dengê xwe dan HDP'ê. Ev hejmar gelekî kêmî armanca HDP'ê ya li Kolnê bû. Ji bo di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de heman encamê wernegire, HDP li Kolnê bi ruhê seferberiyê dixebite. Der barê xebatên li Kolnê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê Îmam Can ji ANF'ê re axivî.

LI KOLNÊ WÊ 140 KES 18 ROJAN WEZÎFEYÊ BIMEŞÎNIN

Can anî ziman ku wan Koln kirine 9 herêm û got, "Li her herêmekê, wê 10 heval bi giştî 90 heval di tevahiya pêvajoya hilbijartinê de amade bin. Dema li vê hejmarê endamên FEDA, AABF, DÎDF, ADHK û Yaşanacak Dunya, lê were zêdekirin hingî wê 140 kes di nava 18 rojan de wezîfedar bin. Bonn li derveyî vê hejmarê ye. Her wiha 30 kes ji me jî, wê ji bo bersivdayîna li pêdiviyên rojane, timî li wir amade bin.

'HILBIJARTINÊN 7'Ê HEZÎRANÊ TECRÛBE DAN ME'

Di civîna dawî ya bi pêkhateyên xwe re, agahî hat dayîn ku hejmara hilbijêrên me xwe gihandinê 10 hezar 241 e. Ev hejmar kêmî bendewariyên me ye. Ji bo zêdekirina vê hejmarê, xebatên me hînê dewam dikin. Em dixwazin li Kolnê xwe bigihînin 15 hezar hilbijêran. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de me xwe negihand armanca xwe. Lê belê ev yek ji bo me bû tecrûbe."

'DIVÊ CIWAN BIHERIKIN SER SINDOQAN'

Can anî ziman ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ciwan bi xemsarî tevgeriyane û got, "Me nekarî ciwanan bikişînin ser sindoqan. Me baş nedan fêmkirin ku çima dengdayîn girîng e û çima divê deng bidin HDP'ê. Ev kêmasî ne tenê ji ber ciwanan bûn, ji ber jî bûn. Em jî kêm man. Me jin û ciwan bi têrkerî tevlî nekirin."

Can ragihand ku di warê birina ser sindoqan a gel de ew kêm mane û axaftina xwe wiha dewam kir: "Roja Pêncşemê wê dengdyîn destpê bike. Ji bo em nekevin nava heman kêmasiyan ji bo Aachen û Gummersbachê em ê roja Yekşemê otobusan bi rê bikin. Bi alîkariya welatparêzên me re du mînîbus û wesayîtek hatin kirêkirin û wê di xizmeta gel de bin. Ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê û Navendên yekîtiya Hêzê, wê her roj wesayît bi rê bikevin."

Can diyar kir ku zexta li ser gel û HDP'ê ji aliyê her kesî ve tê dîtin û şopandin û ev bang kir: "Her roj agahiyên li ser mirinan, li ser qedexeya derketina derve tên. Dli rewşeke ku ewçend êrîş heye de, nabe ku em gelê xwe bi tenê bihêlin. Ji 8'ê Cotmehê û pê ve em biçin ser sindoqan."