Binçavkirin dewam dikin, dema binçavkirinê tê dirêjkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî de li Stenbol û Ispartayê 3 kesên din hatin binçavkirin. Li Îzmîrê jî dema binçavkirinê hat dirêjkirin.

Di operasyonên qirkirina siyasî de li Stenbol û Ispartayê 3 kesên din hatin binçavkirin. Li Îzmîrê jî dema binçavkirinê hat dirêjkirin.

STENBOL

Li Stenbolê di encama serdEgirtina malan de 2 ciwanên endamên DODEF'ê hatin binçavkirin. Ciwanên bi navê Mûtlû Tatar û Enes Yalçin ên ku sedema binçavkirina wan nehatin zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. 

ISPARTA

Li Ispartayê serê sibehê polîsan bi ser malekê de girt û jina bi navê Elîf Aydin binçav kirin. Hate hînbûn ku Aydin di çarçoveya operasyona li Enqere pêk hatî de hat binçavkirin û wê bibin Enqere. Hate zanîn ku di nav kesên li Enqere hatin binçavkirin de Namzeta Hevşaredariya Altindag a HDP'ê Îpek Gur, Harun Çakmak, Salîm Turan, Firat Aksoy, Necdet Yalçin û Rukiye Şen hene.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê, der heqê 10 kesên roja 3'ê Cotmehê li gelek navçeyan hatin binçavkirin de, biryar hat dayîn ku ji bo demeke zêdetir bê rakirin. Tê payîn 10 kes danê êvarê sewqî edliyeyê werin kirin.

COLEMÊRG

Li navçeya Colemêrg Şemzînanê, polîsan avêtin ser mala endamê berê yê BDP'ê yê Meclîsa Bajêr Mehet Taş û Taş kirin binçavan.