Elewiyan li Kîelê ji bo HDP'ê şeva piştgiriyê lidar xistin
Li Komeleya Elewiyan a li bajarê Elmanya Kîelê ji bo HDP'ê panela piştgiriyê hat lidarxistin. Di panelê de Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç û Parlamenterê HDP'ê Tûrgût Oker amade bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê Koç mafê axaftinê wergirt û der barê xebatên hilbijartinê yên li Ewropayê de agahî da. Koç destnîşan kir ku divê di dema pêş de hîn bi xurtî xebat bên meşandin.
OKER: ELEWIYAN DI NAVA HDP'Ê DE DERFETÊ TEMSÎLÊ DÎTIN
Oker bi şermezarkirina komkujiyên AKP li Cizîr, Nisêbîn, Gever, Farqîn û gelek bajarên din ên Kurdistanê dike, dest bi axaftina xwe kir. Oker anî ziman ku Elewiyan cara yekê bi HDP'ê re derfetê temsîlê dîtine û got, "Ji bo em bibin deng, guh û pêşeroja Elewiyan em careke din tevlî hilbijartinê dibin. Em ê bi nasnameya xwe ya Elewiyan li Meclîsê cih bigirin."
Oker da xanîn ku AKP gelên herêmê ber bi şerekî mezin ve dehf dide û ji gel re got, "Li hemberî lîderekî bêberpirsyar ê weke Serokkomar Erdogan, garantiay aştiyê hûn in, vîn û cesareta we ye."
'JI BO PÊŞEROJEKE RONÎ; HDP'
Oker xwest di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî destek ji wan re bê dayîn û wiha axivî:
"Heta ku dengên ji bajarên Kurdan ji AKP'ê re tên dayîn qut nebin, CHP ji sedî 35 ê dengan bigire jî, xilasî ji Tayyîp ê dîktator û faşîst nîne. Elewî ji bo pêşeroja xwe ronî bikin, divê li hemberî vê rewşê bisekinin û destekê bidin HDP'ê. Lehengiya Tevgera Azadiyê ya Kurd bi taybetî jî lehengiya jinên di nava vê tevgerê de li Rojava û li Şengalê hemû gel parastin, pêşeroja gelan rizgar kirin. Van lehengan ji bo pêşeroja gelan canê xwe feda kirin. Ya ku dikeve ser milê me jî em hêjayî van lehengan bin û ji bo ronahiya pêşeroja xwe HDP'ê bibin Meclîsê. Kê dengê xwe bide HDP'ê wê poşman nebe, ji ber ku eger dîktatoriya faşîst bê, wê her kesî bişewitîne."