Li Stenbolê 27 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin - HAT NÛKIRIN

Li Stenbolê 2'yê Cotmehê di operasyonê qirkirina siyasî de 51 kes hatibûn binçavkirin û 27 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Di nav kesên ji dadgehê re hatin sewqkirin Edîtora Ozgur Gundemê Hîcran Urun jî heye.

Li Stenbolê 2'yê Cotmehê di operasyonê qirkirina siyasî de 51 kes hatibûn binçavkirin û 27 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û 24 kes jî serbest hatin berdan. Di nav kesên ji dadgehê re hatin sewqkirin Edîtora Ozgur Gundemê Hîcran Urun jî heye. Yek ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD)  Sînan Zîncîr ê malbatên li ber Edliyeya Çaglayan agahdar kir got: “Hewl didin têkoşîna me rehîn bigirin, wê bi ser nekevin.”

PARÊZER ZÎNCÎR: DIXWAZIN TÊKOŞÎNA ME DÎL BIGIRIN

2’yê Cotmehê di qirkirina siyasî ya li Stenbolê 51 kes hatin binçavkirin, 27 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya lêpirsinê kirin. Yek ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD)  Sînan Zîncîr ê malbatên li ber Edliyeya Çaglayan agahdar kir, got ku 27 kes bi îdîaya endamê rêxistina PKK/KCK’ê ne sewq kirine û lêpirsînên wan wê di saet 19.00’an destpê bike.

Zîncîr got, “Dixwazin têkoşîna me dîl bigirin” û wiha berdewam kir: “2009’an de ev kirin bi ser neketin, 2011’an kirin, careke din têk çûn, ji hilbijartinan mehek maye dîsa heman tiştî dikin, lê wê dîsa bi ser nekevin. Her bijî Kurd û Kurdistan.” Piştî axaftina Sînan Zîncîr malbatên dirûşma, “Em li hember zextan serî natewînin” gotin, nobeda xwe didomînin.

Navê 24 kesên li dozgeriyê hatin berdan wiha ye:  Ferît Yalçin, Kemal Karagoz, Zeynep Yardimci, Muzeyyen Aciş, Zemîne Gokçe, Mehmet Yavaş, Mehmet Bugakan, Mahmut Mete, Perîhan Yokuş, Yusuf Sumelî, Suleyman Meral, Mîrza Korkmaz, Abdulkerîm Seçkîn, Tahîr Kaya, Halît Çîftçî, Nasrî Tonguç, Engîn Yardimci, Yakup Kalkan, Mehmet Oran, Alî Karayel, Badullah Sadak, Mehmet Demîr, Muzaffer Kocaman, Sebîha Bozan.

...