Li hember şerê Qesrê xweparastina ciwanan

Çeteyên Qesrê li Taxa Dîcleyê ya Şirnexê sivîl qetil kirin, ji bo protestokirina wê, 3’ê Cotmehê saet nêzî 22.00’an li hember wesayîta zirxî ya Kobra çalakiya sabotajê ya molotofê hate lidarxistin.

Çeteyên Qesrê li taxa Dîcleyê ya Şirnexê sivîl qetil kirin, ji bo protestokirina wê, 3’ê Cotmehê saet nêzî 22.00’an li hember wesayîta zirxî ya Kobra çalakiya sabotajê ya molotofê hate lidarxistin.

Çeteyên Qesrê li Taxa Dîcleyê ya Şirnexê sivîl qetil kirin, ji bo protestokirina wê, 3’ê Cotmehê saet nêzî 22.00’an li hember wesayîta zirxî ya Kobra çalakiya sabotajê ya molotofê hate lidarxistin. Di çalakiyê de wesayît bi temamî hat îmhakirin, 3 polîsên tîmên taybet jî hatin kuştin.

LI NISÊBÎNÊ BERXWEDAN DIDOME

Li Nisêbînê, dewleta Tirk derketina kolan qedexe kirine û dorpêçên xwe didomînin, li hember vê ciwan û gelên taxan jî berxwedana xwe berdewam dikin. 4’ê Cotmehê saet 07.30’an leşker û polîsan bi wesayîtên zirxî xwestin êrîşî Taxa Koçer bikin, bi berxwedanek tund a gel re rû bi rû man. Polîs û leşkerên ku nedikarîn bikevin taxê neçar man vekişin. Şahîdên bûyerê diyar dikin ku mirî û birîndarên leşker û polîsan hene.

Her wiha duh, polîs û leşkerên Tirk hemwext bi hawan, bombeavêj û çekên giran ve êrîş birin ser taxên Koçer, Alîka û Şehîd Gelhat. Sekvanên li ser avahiyên bilind xwe bi cih kirine jî xwestin şêniyên taxê rasterast gulebaran bikin. Li hember vê jî berxwedan hebû. 4 sekvanên li ser avahiya xwe bi cih kiribûn, hate diyarkirin ku hatine derbekirin.

Leşker û polîsên Tirk danê êvarî saet 20.00’an êrîş birin ser Taxa Xanîka. Bi xweparastina ciwanan pevçûn gihişt asteke dijwar. Ciwanan bi molotofan wesayîta zirxî ya Akrep kirin hedef. Wesayît bi temamî hate şewitandin, polîs û leşkerên ku nikaribûn bikevin taxê, neçar man saet nêzî 00.00’an ve paş vekişin.

Li ser Nisêbînê dorpêç û qedexeya kolanan didome. Di pevçûnên tevahî rojê berdewam kir de, zarokekî 12 salî jî tê de 6 kes birîndar bûn.