Bi munasebeta yekemîn salvegera şehadeta Arîn Mîrxan a 5’ê Cotmeha 2015’an bi çalakiyeke fedayî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da, Koordînasyona Rêxistina Yekîtiya Star daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya Koordînasyona Yekîtiya Star de wiha hat gotin: ”Di sed sala 21’an de berxwedana dîrokî û çalakiya têkoşer Arîn Mîrcan cîhan hejand. Em yekemîn 1’emîn salvegera çalakiya têkoşer Arîn li hemû jinên têkoşer û berxwedêr pîroz dikin. Em çalakiya têkoşer Arîn weke çalakiyeke normal nanirxînin ji ber ev çalakî bû felsefeyek jiyanê û di nava xwe de hemû planên hêzên teror û hovane yên wek DAIŞ’ê û hevkarên wê pûç kir û vala dexist. Bû bersiveke mezin û efsaneyeke dîrokî li ser rûpela dîrokê hat nîvîsandin û pêvajoyek nû ji wir û ve destpê kir.
Hemû planên dagirkeriyê ku hikûmeta AKP’ê yên li ser Rojava û Kobanê vala derxist û hêviyê azadiyê ji nû ve şênber kir.
Xewn û xeyalê dijminan derew derxist dîrokeke nû ji hemû jinan re destpê kir. Bi munasebeta yekemîn salvegera vê çalakiyê felsefa jiyana nû soza bilind kirin. Têkoşîna azadiyê û berxwedanê li cem jina Kurd û tevahiya jiyanê Rojhilata Navîn nû dibe. Ji ber ev çalakî xwedî mîraseke pir mezin e mîrasa qehremantiya Zîlan û Bêrîtanan e. Wê ev berxwedan heta serketinên mezin bi dest bixe dewam bike û wê di hizur û mejiyê her jineke têkoşer de bijî.
Bersiva herî rast a vê çalakiyê bilindkirina qehremantî û tekoşînê li her warekî ku jin lê hene. Careke din em çalakiya heval Arîn li hemû jinan û jinên Rojava yên têkoşer pîroz dikin.”