BI DÎMEN

Li Parîs û derdorê xebatên berfireh ên hilbijartinê

Li Parîs û derdora wê, HDP'yî ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê xebatên xwe berfireh kirin.

Du roj beriya destpêkirina dengdayîna li Fransayê, xebatên ji bo hilbijartinê yên li Parîs û derdora wê zêde bûn. Di vê çarçoveyê de, li ser çawaniya bikaranîna dengan û cihê dengdayînê, 11 hezar nameyên ji agahiyên teknîkî, ji 11 hezar navnîşanên li gelemperiya vî welatî re hatin şandin.

Berdevkê Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Fransayê, diyar kri ku ew dixwazin bi vê yekê re xwe bigihînin 30 hezar hilbijêrên li gelemperiya Fransayê.

NAVENDA AGAHDARIYÊ

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên li Parîsê de, navenda agahdarî û bangawaziyê hat vekirin û bi vê yekê re wê heta 25'ê Cotmehê roja dawî ya dengdayînê, bi rêya lîsteya hilbijêran a Desteya Hilbijartinê ya Bilind, bi bi hezaran hilbijêran re têkilî bê danîn û ji bo dengdayînê bên teşwîqkirin.

Ji bo muşahîdên HDP'yî yên li Konsolosxaneya Parîsê wezîfedar bibin, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê civîna perwerdeyê hat lidarxistin.

Di vê navberê de li Parîs û derdora wê, civînên gel ên li ser xebatên hilbijartinê didomin. Di dawiya vê hefteyê de bi beşdariya Namzetê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr wê li sê cihan civînên gel werin lidarxistin.

NAVNÎŞANA CIVÎNÊN GEL

Dem û cihên civînên gel ên bi beşdariya Baydemîr werin lidarxistin, bi vî rengî ye:

"10'ê Cotmehê roja Şemiyê saet 14:00
Cih: Espace Champ de foire Route des Refuzinsk-95200 Sarcelles

11'ê Cotmehê roja Yekşemê saet 14.00
Cih: Salona Dawetê ya Epone - Normandie

11'ê Cotemhê roja Yekşemê saet 18.00
Cih: Navenda Çandê ya Elewiyan a Dreux"

...