Demîrtaş: Bifikirin bê wê çi bi zindiyan bikin!
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, der barê îşkenceya li cenazeyê Haci Bîrlîk hat kirin de got, "Yên ku vî tiştî bi miriyan dikin, bifikirin bê wê çi bînin serê zindiyan."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, der barê îşkenceya li cenazeyê Haci Bîrlîk hat kirin de got, "Yên ku vî tiştî bi miriyan dikin, bifikirin bê wê çi bînin serê zindiyan."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, der barê îşkenceya li cenazeyê Haci Bîrlîk hat kirin de got, "Yên ku vê tiştî bi miriyan dikin, bifikirin bê wê çi bînin serê zindiyan." Demîrtaş di dewama axaftina xwe de got, "Li cem van tiştekî bi navê rûmetê nîne. Li cem hikûmetê nîne, li cem Serokwezîr nîne."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, dema ji Frankfûrtê vegeriya Stenbolê, li Balafirgeha Ataturk bersiv da pirsên rojnamevanan.
'BI SALAN E REWŞ BI VÎ RENGÎ YE; ÊDÎ HAYA ROJAVAYÊ WELÊT JÎ JI VÊ HEYE'
Demîrtaş nerazîbûneke tund nîşanî qetilkirina Haci Lokman Bîrlîk û kaşkirina cenazeyê wî da û got, "Bûyereke li derveyî mirovahiyê ye. Rewşeke bi rastî jî di asta hovîtiyê de ye, ku mirovahî hatiye binpêkirin, mirovahî bi erdê ve hatiye kaşkirin. Daxuyaniyên Serokwezîr jî têrker nînin. Hema bêjin, bi gotineke ku yê li erdê tê kaşkirin sûcdar dike, dest bi axaftina xwe kir. Ev yek cihê şermê ye. Ev bûyer bi tenê bûyereke bi kamera hatiye kişandin e. Li wir her roj bûyerên mîna vê diqewimin. Yên ku vî tiştî bi miriyan dikin, bifikirin bê wê çi bi zindiyan bikin. Ez nabêjim 'hemû hêzên ewlekariyê bi vî rengî ne, karên bi vî rengî dikin'. Lê kêm zêde pêkanîn bi vî rengî ye. Bi salane bi vî rengî ye. Bi tenê haya rojavayê Tirkiyeyê jê tinebû. Niha bi tenê dîmen aşkera bû."
'TIŞTEKÎ BI NAVÊ RÛMETÊ LI CEM WAN NÎNE!'
Demîrtaş destnîşan kir ku divê Wezîrê Karên Hundir îstifa bike û got, "Eger li cem Wezîrê Karên Hundir heysiyet, rûmet hebûya wê îro îstifa bikira; ji xwe ne şexsekî hatiye hilbijartin e. Qet nebe wê nerazîbûn li hemberî hovîtiyeke bi vî rengî nîşan bida. Lê li cem van tiştekî bi navê rûmetê nîne. Li cem hikûmetê nîne, li cem Serokwezîr nîne."
ÎRONIYA 30 SALAN: JI BO EWLEKARIYA KURDAN!
Serokwezîr Ahmet Davûtoglû got ku der heqê pêkanîna li derveyî mirovahiyê de lêpirsîn daye destpêkirin. Davûtoglû yê ku qetilkirina bi dehan sivîlan li Bakurê Kurdistanê ji aliyê hêzên dewletê ve ji nedîtî ve hat, got, "(...) Ev yek, ji bo rêxistina me ya emniyetê, ku jiyana xwe dixin nava xeteriyê û li dijî terorê şer dike, dema vê yekê jî dike bi hesasiyeta herî bilind hewl dide sivîlek bi tenê jî zerarê nebîne, ji bo ewlekariya gelê herêmê bi şev û roj dixebitin, nayê qebûlkirin."