Êrîşên çeteyên El-Nusra yên li hember Şêxmeqsûd didomin

Çeteyên Cebhet El-Nusra û alîgirên wan êrîşên xwe li dijî welatiyên Taxa Şêxmeqsûd didomînin.

Çeteyên Cebhet El-Nusra û alîgirên wan êrîşên xwe li dijî welatiyên Taxa Şêxmeqsûd didomînin.

Nûçegihanên ANHA’yê yên li Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ragihandin ku çeteyên Cebhet El-Nusra, tabûrên Ehrar El-Şam û Sultan Murad ji saetên sibê ve bi keleşnîkov û sekvanan guleyan diavêjin taxê û welatiyên ku hewl didin di korîdora Bustan El-Riz a rojhilatê taxê derbas bikin hedef digirin.

Nûçegihanan diyar kirin ku welatiyên taxê bi hemû pêkhateyên wê van kiryarên çeteyan û dorpêçkirina wan ji taxê re bi tundî şermezar kirin û bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku di demeke lezgîn de korîdorekê bi taxê re vekin.

Li aliyekî din hêzên YPG’ê û YPJ’ê jî jêderên gulebaranê gulebaran kirin.