Akçinar: Em cara dudiyan dersê bidin AKP'ê

Parlamentera HDP'ê ya Erzîromê Seher Akçinar Bayar, piştî Dortmûndê li bajarê Troîsdorfê tevlî civîna gel bû.

Parlamentera HDP'ê ya Erzîromê Seher Akçinar Bayar, piştî bajarê Elmanya Dortmûndê li bajarê Troîsdorfê tevlî civîna gel bû. 

Civîna ku ji aliyê NAV-DEM û Meclîsa Jinê ya Sarya ve hat organîzekirin, bi beşdariya Kurdistaniyên li Bonn û derdora wê dijîni pêk hat.

AKÇINAR: AKP'Ê BI PROVOKASYONA LI GIYADÎNÊ RE DESTPÊ KIR

Akçinar ji ber hesasiyet û baldariya gelê li Ewropayê spasiyên xwe pêşkêş kir. Akçinar bal kişand ser pêvajoya çareseriyê, înfaz û provokasyonên ji aliyê AKP'ê ve hatin kirin û got, "Pêvajo heman piştî Mutabaqata Dolmabahçeyê ji aliyê Erdogan ve hat qedandin. Birêz Ocalan wê banga komkirina kongreyê li PKK'ê bikira, lê Erdogan got, 'mase nîne, pirsgirêka Kurd nîne'. Dûre konsepta şer a 28'ê Adarê xistin meriyetê. Bi provkasyona li Giyadînê re destpê kirin. Balkêş e, 12 leşkerên ji 12 bajaran şandin wê derê. Xwestin ku 12 cenaze biçe 12 bajaran. Gel ev yek pûç kir. Cezmî Bûdak ê ku weke mertalê zindî çû herêmê, hat qetilkirin. Hevalê me Cenap Îlboya ku serokê me yê navçeyê bû bi giranî birîndar kirin. Li Kanîreşê ajokarê me Hamdûllah Oge qetil kirin. Li Erzîromê, Aydin Taşkesen ê ku bi tenê dixwest tevlî mîtînga me bibe, li pêş çavê leşker-polîsan şeiwtandin. Di 5'ê Hezîranê de di mîtînga me ya li Amedê de bombe teqandin. Halbûkî banga me ya aştiyê hebû, ev ek hezm nekirin. Hezm nekirin ku HDP hemû nasnameyan li hev kom dike, wan temsîl dike."

Akçinar da xuyakirin ku "Pêvajoya Çareseriyê" projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û destnîşan kir, ku ji bo afirandina mercên muzakereyê ew ê bixebitin.

Akçinar bal kişand ser xwerêveberiyan jî û diyar kir ku bi vê sîstemê re vîna gel dikare serdest bibe.

'BI RUHÊ KOBANÊ EM JI BO 1'Ê MIJDARÊ BIXEBITIN'

Akçinar diyark ir ku bi operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên nîjadperest re wê ti encam bi dest nekevin û bang li hilbijêrên li Ewropayê kir, ku dengê xwe bi kar bînin. Akçinar ragihand ku her dengê bê bikaranîn di heman demê de hêviyek ji bo aştiyê ya gelan e û da zanîn, ku divê her kes mirovên li derdora xwe jî îqna bike, ji bo deng bi kar bîne. Akçinar got, "Divê em bi ruhê Kobanê ji bo 1'ê Mijdarê bixebitin. Dersa ku cara dudiyan ji AKP'ê re bê dayîn, wê hemû jiber û nêzîkatiya wan ji hev bixe."

Piştî Akçinar Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr peyivî û bang li hilbijêrên li Ewropayê kir, ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.

Civîn bi pirs û nêrîna beşdaran bi dawî bû.

...