Cenazeyê leşkerekî di şerê 6-7'ê Îlonê de li Geliyê Doskî mir, hînê di bin kontrola gerîla de ye. Belgeyên li ser vî cenazeyî hatin dîtin, nîşan didin ku cenaze yê Tolga Artûg e ku weke fermandarê yekîneyê wezîfe dikir.
DOGAN ÇETÎN / ANF
BEHDÎNAN
sêşem, 6 kewçêrê 2015, 10:29
Belgeyên li ser 'cenazeyê leşkerê winda' derketin holê, nîşan didin ku cenaze bi dibetiyeke mezin ê fermandarê yekîneyê Tolga Artûg e.
Cenazeyê leşkerekî di şerê 6-7'ê Îlonê de li Geliyê Doskî yê navçeya Colemêrg Geverê mir, hînê di bin kontrola gerîla de ye. Belgeyên li ser vî cenazeyî hatin dîtin, nîşan didin ku cenaze yê Tolga Artûg e ku weke fermandarê yekîneyê wezîfe dikir. Lê belê cenazeyekî ku hat gotin ê Tolga Artûg e rastî malbatê hatibû kirin û bi merasîmeke cenaze hatibû veşartin. Belgeyên li ser cenazeyê di bin kontrola gerîla de ye hatin bidestxistin, nîşan didin ku bi dibetiyeke mezin; li şûna Tolga Artûg cenazeyekî din radestî malbatê hatiye kirin. Li ser cenazeyê leşker, raporên tenduristiyê, rapora nikare bixebite, kaxiza dikare kar bike, encasmên laboratûwarê yên Tolga Artûg bi xwe û hin belgeyê leşkerî derketin holê. Ev belgeyên ji bêrîkên cenaze derketin holê, balê dikişînin ser skandaleke mezin.
DEWLETA TIRK XWEDÎ LI CENAZEYÊ XWE DERNAKEVE
Tevî ku nayê qebûlkirin ku cenazeyê di destê hêzên gerîla de ye yê Tolga Artûg e, Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk jî li ser windahiya leşkerekî bi vî navî, ti daxuyanî neda. Ev nêzîkatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk ku li ser mijarê daxuyaniyê nade, nîşan dide ku artêşa Tirk windahiyên xwe vedişêre. Artêşa Tirk a ku demeke dirêj li ser windahiyên xwe daxuyanî neda, xwedî li cenazeyê leşkerê xwe dernakeve û bi vî rengî hewl dide ser xemsarî û skandala xwe bigire.
KARAYILAN BANG KIRIBÛ
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di hevpeyvîneke xwe de ragihandibû ku di bin kontrola wan de cenazeyê leşkerekî heye û belgeyên li ser cenaze hatine dîtin, nîşan didin ku cenaze yê Tolga Artûg e. Lê belê rayedarên dewleta Tirk der barê mijarê de ti daxuyanî nedabû. Karaylian diyar kiribû, ku eger hewldan bê kirin, ew ê karibin cenazeyê leşker radest bikin.
PIRSÊN LI BENDA BERSIVÊ NE
Bi belgeyên li ser cenazeyê leşker derketin holê re, gelek pirsên li benda bersivê ne, derketin holê:
Çima der barê cenaze de daxuyaniyeke fermî nehat dayîn?
Ev belge çima di bêrîkên leşkerê mirî de ne?
Eger cenaze yê Artûg be, hingî yê bi merasîma fermî hatiye veşartin ê kê ye?
Eger ne yê Tolga Artûg be, cenazeyê di bin kontrola gerîla de ye yê kê ye?
Dewleta Tirk, çima ji bo wergirtina cenazeyê xwe nakeve nava hewldanan?