Gerîlayê HPG’ê Balikçi ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Gerîlayê HPG’ê Resûl Balikçi (Cîlo Kop) ê li Dêrsimê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da li bajaroka Neynîk a girêdayî Kopê ji aliyê deh hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Gerîlayê HPG’ê Resûl Balikçi (Cîlo Kop) ê li Dêrsimê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da li bajaroka Neynîk a girêdayî Kopê ji aliyê deh hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Gerîlayê HPG’ê Resul Balikçi (Cîlo Kop) ê 17’ê Îlonê li bejahiya Pulur a Dêrsimê di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên artêşa Tirk de bi 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Ji ber êrîşa ku tê îdîakirin çekên kîmyewî jî hatine bikaranîn cenaze texrîb bûne, piştî testa DNA, piştî 18 rojan malbatê cenaze wergirt, bi konvoyeke wesayîtan ber bi navçeya Kopê ya Mûşê ket rê. Cenaze li bajaroka Liz a Kopê ji aliyê sedan kesan ve hat pêşwazîkirin. Cenazeyê paşê ber bi bajaroka Neynîk ve birin, di tevahiya rê de welatiyan bi flamayên kesk û sor û zer û nîşaneyên serketinê konvoya cenaze silav kirin. Cenaze li bajaroka Neynîk jî ji aliyê hezaran kesî bi dirûşman hat pêşwazîkirin.

Piştî karûbarên olî, darbesta Balikçi ya bi ala PKK’ê pêçayî girtin ser milên xwe û anîn qada Belde. Merasîm li vir ji bo şehîdên şoreşê bi rêzgirtinê destpê kir, piştre Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Nîmet Sezgîn axivî û got ku ev feraseta ku bi salan e qirkirina Kurdan dimeşîne wê bi têkoşîn û berxwedanê ve tine bibe. Sezgîn bal kişand ser konsepta şer a AKP’ê û komkujiyên wê ya Kurdistanê, destnîşan kir ku bi vî şerî dewlet hiqûqa şer jî binpê kiriye û wiha berdewam kir: “Li hember kiryarên we yên hov, Kurd wê bi berxwedana xwe bibin bersiv. Ger em jiyaneke hevpar ji xwe re bikin bingeh, em ê karibin pêşerojeke azad ava bikin. Ji ber vê jî em ji vir bang dikin. Daxwazên Kurdan ji bo mirovatiyê ne, qebûl bikin. Ji şerê heyî re bibêjin bes. An wê vî şera, we, ji gelê we şewitandiya bêhtir bişewitîne.”

Piştre bavê gerîlayê HPG’ê Balikçi, Nîzamettîn Balikçi axivî û bi bîr xist ku AKP û Serokkomar Erdogan bi israra şer dibin sedema mirinan. Balikçi destnîşan kir ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe tevahî berdêl dane ber çavên xwe.

Piştî axaftinan, bi hezaran kesî cenazeyê Balikçi girtin ser mile xwe û berê xwe dan goristina bajarok. Li vir cenazeyê gerîlayê HPG’ê Balikçi hate oxirkirin.