Otopsiya Bîrlîk înfaz piştrast kir
Leşkerên Tirk piştî Haci Lokman Bîrlîk înfaz kirin cenazeyê wî li pey wesayîteke zirxî girêdan û bi erdê qaş kirin, li gor girteka otopsiyê di laşê Bîrlîk de cihê 28 guleyan heye.

Leşkerên Tirk piştî Haci Lokman Bîrlîk înfaz kirin cenazeyê wî li pey wesayîteke zirxî vekirin û bi erdê qaş kirin, li gor girteka otopsiyê di laşê Bîrlîk de cihê 28 guleyan heye. Li gor raporê, guleyên li bedena Bîrlîk ketine tenê 2 lib ji dûr ve hatine avêtin, 26 guleyên ji mesafeyek nêz ve hatine avêtin, ev jî dide nîşandan ku Bîrlîk hatiye înfazkirin.
Li Taxa Dîcleyê ya Şirnexê tîmên taybet di halekî birîndar de Haci Lokman Bîrlîk înfaz kirin û cenazeyê wî li pişt wesayîteke zirxî girêdan û bi wesayîtê kaş kirin. Girteka otopsiyê ya Bîrlîk hate aşkerakirin. Di raporê de hate aşkerakirin ku di bedena wî de 28 cihê ketina guleyan, ji 20’î zêdetir cihê derketina guleyan û dewsa gelek parçeyên guleyan heye. Di raporê de hate diyarkirin ku ji guleyan ên ji dûranî hatine avêtin 2 lib in. Hate gotin ku ji ber cilên wî, mesafeyên avêtina guleyên din nehatine zelalkirin, ji ber vê jî bermayên guleyan wê lêkolîn bikin.