Bîrlîk îşkenceya li hember cenazeyê bûrayê xwe bir Meclîsê

Parlamentera HDP’ê Bîrlîk, qetilkirin û îşkenceya li ser cenazeyê birayê hevserê xwe Haci Bîrlîk xist rojeva Meclîsê.

Parlamentera HDP’ê Bîrlîk, qetilkirin û îşkenceya li ser cenazeyê birayê hevserê xwe Haci Bîrlîk xist rojeva Meclîsê.

TEHDÎDA 'WÊ DAWIYA WE JÎ WIHA BE'

Bîrlîk ev pirs ji Wezîr Altinok re kir:

'PÊNASEKIRINA WÊ YA WICDANÎ Û EXLAQÎ ÇI YE?'

"Kê dîmen kişandine?

Parvekirina dîmenan li tevna civakî, bi zelalî tehrîkkirina gelê Kurd jî parçeyek ji konsepta şerê we yê nû ye?

Piştî ciwanên Kurd tên înfazkirin, weşandina dîmenên cenazeyên bi destên polîs û leşkeran ve tên kişandin, encama biryarek navendî ye?

Piştî mirovekî bi birîndarî dikeve dest, înfazkirin û piştre îşkence li bedena wî kirin, parçeyek ji perwerdeya hêzên dewletê ye?

Bê ku hiqûqê bi tiştekî bihesibînin, hûn nêzîkatiyê hêzên dewletê yên bi kîn û nefret li hember gelekî çawa karin îzah bikin?

Li welatekî ji sedî 98’ê xwe Misilman, hikûmeta we ya xwe muhafezekar pênase dike, di pêvajoyên hikûmeta wê de îşkenceyên li hember miriyan bi kijan parçeyê dîn pênase dike?

Di îdeolojiya fermî ya Dewleta Tirkiyeyê de metoda herî tê zanîn “Kurdê herî baş Kurdê mirî ye” jî di pêvajoya hikûmeta we de rehmet lê hatiye xwendin, hûn ê di pêvajoya hikûmeta we de kiryarên îşkencekirina miriyan, mirovî, wijdanî, exlaqî çawa bînin ziman?

Dîmenên cenazeyên ciwanên Kurd ên hatine înfazkirin û bi wesayîtan ve tên kişandin, di tevna civakî de parvekirin xizmetê ji çi re dike? Ji bo ewlehiya gelemperî çi ji vê tê hêvîkirin?

Dîmenên îşkenceya ser Haci Lokman Bîrlîk li ser hesabê min ê Twîtterê, kesê ku dîmen kişandiye bi axaftinên “Leyla Bîrlîk ka were bûrayê xwe bigire” parve kir, ev bi xwe ne nîşaneya bi zanebûna Haci Lokman Bîrlîk ji bo xizmê min e hatiye înfazkirin be, çi ye? Hûn vê rewşê çawa îzah bikin?

Hûn ê polîsên bi înfazan cinayetan dikin, li ser bedena miriyan îşkenceyan dikin ji wezifeyê bikişînin an na?

Hêzên ewlehiyê yên di bin emrê we de di bin navê ‘Têkoşîna bi terorê re’ gelê sivîl tevahî wek sucdarê potansiyel dibînin û dikin hedef, ji bo bên rehabîlîtekirin, hûn difikirin ku hûn ti xebatan bimeşînin?

Tevgera hêzên ewlehiyê ya ji derveyî mafê xwe, êrîşên hov û paramîlîter, parçeyek ji konsepta şerê nû ye?