Konca: Divê gelê me yê li Ewropayê ji sedî sed dengê xwe bi kar bîne

Wezîrê berê yê Yekîtiya Ewropayê parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Alî Haydar Konca, ku ji bo hin hevdîtinan li bajarê Elmanya Kolnê ye, ji bo dengdayîna di 8'ê Cotmehê de li Ewropayê destpê bike, banga seferberiyê li gel kir.

Wezîrê berê yê Yekîtiya Ewropayê parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Alî Haydar Konca, ku ji bo hin hevdîtinan li bajarê Elmanya Kolnê ye, ji bo dengdayîna di 8'ê Cotmehê de li Ewropayê destpê bike, banga seferberiyê li gel kir. Parlamenterê HDP'ê Konca bal kişand ser girîngiya dengên li Ewropayê û bang li hilbijêran kir, ku dengê xwe bi kar bînin.

Konca ji ANF'ê re peyivî û got, "Me di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de dît bê dengek çiqasî girîng e" û diyar kir ku bi saya dengên Ewropayê ew bi 700 dengên zêde hatiye hilbijartin. Konca bang li hemû Kurd, Elewî, Laz, Çerkez, Ermenî, karker û kedkaran kir, ku li dora HDP'ê dicivin û di serî de jin û ciwan bang li hemû hilbijêran kir ku li dijî desthilatdariya AKP'ê, dengê xwe bidin HDP'ê.

Konca ragihand ku Kocaelî bajarekî kedê ye û got, "Ji ber ku HDP'ê ji vî bajarê kedê wekîlek derxist, dewlet û hikûmet ket nava şoqê. Ji ber ku ev yek bi desteka welatiyên me yên li Ewropayê pêk hat, hîn bêhtir matmayî man. Hêzên ku dîtin wê hilbijartinên pêşwext bên kirin, bi qasî 18 hezar deng ji bajêr veguhastin. Em bi vê dizaninin, me tespît kirine. Divê ev lîstik were xerakirin. Lewma me giranî dane xebatên xwe yên li Kocaeliyê. Em bi Kurdan, karker, kedkar û Elewiyan re xebatên xwe dimeşînin."

'DIVÊ DESTEKA JI EWROPAYÊ QAT BI QAT ZÊDE BIBE'

Konca di dewama axaftina xwe de got, "Pêwîste dengên ji Ewropayê ji me re tê, qat bi qat zêde bibe. Bi dîtina rastiya şênber re, ji bo em lîstika ku AKP û MHP li Kocaeliyê li hemberî parlamenteriyê mafê me lîstine xera bikin, girîng e em hewldaneke mezin nîşan bidin. Ev hewldan wê ji bo me gelekî watedar bin."

Konca da xuyakirin ku divê hêza pêşeng jin û ciwan bin û got, "Ji bo Tirkiyeyê rewş bi vî rengî ye, ji bo Ewropayê jî bi heman rengî ye. Lewma jin û ciwan, tevî dengdayînê divê mirovên nû îqna bikin ji bo deng bidin me."

'DIVÊ GIMGIMIYÊN LI EWROPAYÊ ROLA XWE BILÎZIN'

Konca ragihand ku ew bi xwe ji Gimgimê ye û got, "Lê belê ji zûdeyî ve me ji Gimgimê koç kirine. Li Ewropayê jî ez dizanim ku girseyeke mezin a Gimgimê heye. Gelê me yê li Ewropayê ji nêz ve dişopînim. Sekna serbilind a gelê me yê li Ewropa û Tirkiyeyê ku di 7'ê Hezîranê de nîşan da, lîstikên hin derdoran xera kir. Me dîtin ku dengekî bi tenê jî çiqasî bi qîmet e. Li Kocaeliyê me bi 700 dengên zêdetir qezenc kirin. Yên ku li dijî şer dilê wan ji bo aştiyê lê didin, di serî de gelê Gimgimê bang li hemû welatiyên me dikim ku di 1'ê Mijdarê de dengê xwe bidin HDP'ê."