'Rewşa Awarte' ya li Colemêrgê hat dorfirehkirin!

Li Colemêrgê, li "Herêmên Taybet ên Ewlekariyê" yên nû hatin zêdekirin. Walîtiya Colemêrgê, gelek herêmên Gever û Şemzînanê, ji 5 heta 20'ê Cotmehê li derketin û derketina sivîlan qedexe kir.

Li Colemêrgê, li "Herêmên Taybet ên Ewlekariyê" yên nû hatin zêdekirin. Walîtiya Colemêrgê, gelek herêmên Gever û Şemzînanê, ji 5 heta 20'ê Cotmehê li derketin û derketina sivîlan qedexe kir.

Di daxuyaniya Walîtiyê de, herêmên weke "Herêmên Taybet ên Ewlekariyê" hatine ragihandin, bi vî rengî ne: "Herêma Başûr (Gundê Kamişli, gundê Beşpinar, gundê Karabag, gundê Yureklî, Herêma Deşta Sor, taxa Kanîrahank, Beyaz Tepe, başûrê gundê Korgan, Tûz Tepe, Taxa Kîlîse, başûrê Çîmentepe, bakurê taxa Derabî, rojavayê taxa Oncu, herêma Duzhark, başûrê Meydantepe, bakurê gundê Yeşîlbayir, Nûgaylan Tepe, bakurrojavayê gundê Bezele, rojhilatê çemê Herkî, rojavayê gundê Uzumkiran, Omerkûyûsû Tepe, başûrê herêma Beravyî Pinar, başûrê Dolavatin Tepe, derbasoka Şehmaman, herêma Unluce, Bînlîs Tepe, çiyayên Hîsar, taxa Guney, deşta Geluk, çiyayê Rejgar, çiyayê Berkal, Hangîkaya Tepe, çiyayê Bûzûl, başûrê Oremarê, başûrê taxa Kilavûz, başûrê taxa Çayirli, başûrê taxa Korûcûk, başûrê taxa Gurkavak, başûrê taxa Tokagaç, başûrê taxa Geçkan, başûrê taxa Beşpinar, başûrê taxa Karadag, başûrê taxa Yureklî, rojavabakurê gundê Guzelkonak); Herêma Bakur (Bakurê taxa Ortaklar, çiyayê Bûzûl, çiyayê Beyaz, rojavayê gundê Buyukçîftlîk, rojavayê gundê Kamişllik, bakurê taxa Tokagaç, bakurê taxa Îkîzlen, bakurê taxa Ortakçi, bakurê taxa Mezra, bakurê gundê Gurkavak, rojavayê taxa Hazyan, rojhliatê taxa Taşyazi, bakurê Taxa Tarlacik a jorîn, rojavayê taxa Erbaş, bakurê Koşkonu, rojhilatê Pinargozu, bakurê taxa Kişlacik, rojavayê taxa Înceyol, rojavayê taxa Sureklî, bakurê Yeşîltaş, bakurê Çûbûklû, Balkaya û bakurê Ortaklar)"