Li Rojavayê Fransayê dengvedana HDP'ê

Di panela hilbijartinê ya li bajarê Rennesê de hat destnîşankirin, ku HDP wê li rojavayê Fransayê bibe partiya yekemîn.

Li dû panelên hilbijartinê yên li bajarê Lorîent û Nantesê, bi beşdariyeke xurt li Rennesê panelek bi heman mijarê hat lidarxistin.

Di panela li Navenda Civaka Demokratîk a Rennesê de, ku Parlamentera Stenbolê Huda Kaya amade bû, hat destnîşankirin ku HDP wê li rojavayê Fransayê bibe partiya yekemîn.

'BI DENGÊ XWE EM Ê BERSIVEKE MEZIN BIDIN'

Kaya anî ziman ku dengên ji Ewropayê, ji bo HDP'ê xwedî girîngiyeke mezin e û destnîşan kir, ku yekane partiya dikare rejîma AKP'ê ya dîktatoryal têk bibe, HDP ye. Kaya got, "Ji ber vê yekê li Cizîr, Gever, Farqîn, Gimgim, Sûr û gelek bajarên din, dest bi êrîşên hovane li dijî sivîlan kirin. Li hemberî van hemû êrîşen fîzîkî, polîtîkayên qirkirina çandî, em ê bi bikaranîna dengê xwe re besiva herî mezin di sindoqan de bidin AKP'ê."

Kaya ragihand, ku divê bersiva herî mezin ji aliyê jinan ve were dayîn û diyar kir ku hilweşîna rejîma AKP'ê wê darbeya herî mezin a li zîhniyeta serdestiyê be. Kaya ji jinan xwest ku bi coşeke mezin bixebitin.

...