Erdogan li Brukselê hat protestokirin

Li paytexta Belçîka Brukselê, di saetên ku Serokkomarê Tirkiyeyê R.Tayyîp Erdogan li Yekîtiya Ewropayê hevdîtin dikir, çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.

Li paytexta Belçîka Brukselê, di saetên ku Serokkomarê Tirkiyeyê R.Tayyîp Erdogan li Yekîtiya Ewropayê hevdîtin dikir, çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.

Serokkomarê Tirkiyeyê R. Tayyîp Erdogan, li paytexta Belçîka Bruksel, li ber Parlamentoya Ewropa bi girseyî hat protestokirin. SKB, MLKP, Ermenî, Suryanî, Keldanî û Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.

Girseya ku pankart û dowîzên “Qatil Erdogan” hilgirt, belavokên Fransî û Flamanî belav kirin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin.

Siyasetmedarê Kurd Naîm Acar, diyar kir ku li  Tirkiye û Kurdistanê komkujî dewam dikin. Komkujiyên li Cizîrê, Silopiya, Nisêbîn, Mêrdîn, Licê, Colemêrg û Geverê şermezar kir.

Acar, ji bo çalakiya 9’ê Cotmehê ya ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê protestokirin wê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Çalakî bi dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Terorîst Tirkiye”, “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

...