Çete bi topan êrîşî Şêxmeqsûd dikin

Komên çete yên El-Nusra careke din Taxa Şêxmeqsûd bi çekên giran topbaran dikin.

Komên çete yên El-Nusra careke din Taxa Şêxmeqsûd bi çekên giran topbaran dikin.

Li gor ajansa nûçeyan ANHA’yê, komên çete yên El-Nusra saet 19.00’an careke din tax topbaran kirin. Hat destnîşan kirin ku di encamê de 3 sivîl birîndar bûne, her wiha ziyana madî di mal û milkên welatiyan de pêk hatine. Ji welatiyên birîndar navê welatiyê bi navê Mihemed Husên (32) hatiye naskirin. Topbaran dewam dike, hêzên YPG/YPJ’ê jî bersiva êrîşên komên çete dan.