'Li dijî hîleyên AKP'ê em xwedî li dengên xwe derkevin'

Sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl daxuyaniyek hevpar weşandin û banga xwedîderketina li dengan kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku terora AKP'ê hilbijartin xistiye rewşeke gumanbar.

Sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên piştî Komkujiya Enqereyê li hev kom bûn, der barê HilbijartiNên Giştî yên 1'e Mijdarê de civîneke çapemeniyê lidar xistin.

Li Şaxê Stenbolê yê Odeya Endezyarên Makîneyê, ku civîn lê hat lidarxistn pankarta bi nivîsa "Em ê bi hev re li ber xwe bidin, em ê bi hev re bi ser bikevin" hat daliqandin.

Endama Tevgera Hezîran a Yekgirtî ya Tirkiyeyê Guler Ûmût daxuyaniya hevpar xwend. Mûtû diyar kir ku êrîşên AKP'ê û rejîma qesrê zêde bûn û AKP li hemberî muxalefeta gel ji bo desthilatdariya xwe bidomîne komkujî pêk anîn û wiha got: "Tenê di nava mehekê de li Farqîn, Cizîr û Nisêbînê bi dehan jin û zarok qetil kirin. Li Amed û Pirsûsê bi êrîşên bombeyî aştî hedef girtin. Namerdiya herî dawî di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê nîşan dan. Êrîşî azadî, aştî û demokrasiyê kirin û bi sedan welatiyên me qetil kirin."

Ûmût anî ziman ku Qesir ji bo desthilatdariya xwe bidomîne civakê dixwaze bitirsîne û bitepisîne û wiha axivî: "Em destûrê nadin vê yekê. Em baweriyê bi ti tiştê desthilatdar dibêje nakin. Em bawer nakin." Ûmût da zanîn ku ew ji ewlehiya hilbijartina 1'ê Mijdarê bi guman in.

Ûmût bilêv kir ku AKP ji bo li gorî xwe encamekê derbixe wê serî li her cure hîleyan bide û wiha axivî: "Ew bi rêxistinîne. Divê em jî xwe rêxistin bikin. Ancax li hemberî rêxistinekî sûc muxalefeta gel vê yekê têk bibe. Divê hemû kesên li hemberî Qesrê û AKP'ê bên cem hev û piştevaniya hev bikin."

Ûmût destnîşan kir ku ewlehiya hilbijartinê ji ewlehiya sindoqan wêdetir dest digirin û wiha pê de çû: "Divê hemû hêzên muxalîf ên civakî, karker û hemû bindest bi awayekî koordeneyî tev bigerin û li hemberî êrîşên berî hilbijartinê û di roja hilbijartinê de pêk bînin amade bin. Em bang li hemû kesî dikin li hemberî hîleyên pêk tînin amade bin."

SAZIYÊN BANG KIRIN

Saziyên piştgirî dan deklarasyonê wiha ne: Adam-Der, Aka-Der, Dayîkên Aştiyê, Bloka Aştiyê, Hewildana Jinê ya Ji bo Aştiyê, Kovara Başlangiç, Tevgera Hezîran a Yekgirtî, Hiqûqnasên Ji bo Demokrasî, Komeleya Elewiyên Demokratîk, DÎSK, Weşanxaneya Düşeyazanlar, EMEP, EHP, Eniya Ked û Azadiyê, Goç-Der, Komeleya Jinan a Gokkuşagi, Halkevlerî, HDK, HDP, Îday-Der, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Odeya Tabîban a Stenbolê, Kaldiraç, KESK, Konked, Kuzey Ormanları Savunması, NÇM, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, Partîzan, Politeknik, Meclîsa Siyaset, Komeleya Xweşikbûn û Parastina Gezî Taksîmê, Desteya Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê ya Stenbolê, TUAD, UÎD-Der, Tura Piştevanî û Ragihandina Zanîngehên Weqfê û YAKAY-DER