Parlamentera Elmanya Luhmann: Bêyî Ocalan çareserî nabe!

Parlamentera Elman Luhmann destnîşan kir, ku bêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd çareser nabe.

Parlamentera Elman Luhmann destnîşan kir, ku bêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd çareser nabe. Luhmann da xuyairin, ku helwesta AKP û Erdogan a li hemberî Kurdan nayê qebûlkirin û got, "Bi dîtina min, Erdogan ji bo DAIŞ'ê dixebite." Luhmann bal kişand ser pirsgirêkên Êzidiyan.

Parlamentera Partiya Sosyal Demokrat a Elmanyayê Kîrsten Luhmann bersiv da pirsên ANF'ê. 

'PÊWÎSTIYA ÊZIDIYAN BI ALÎKARIYÊ HEYE'

Luhmann diyar kir ku ew çûye serdana wargeha ji konan a Şaredariya Êlihê bi derfetên xwe ji bo Êzidiyên ji ber komkujiyê ji Şengalê hatine amade kiriye û got, "Niha zivistan tê û komên Êzidî tê de dijîn di binê standartên jiyaneke ewle de ne. Mînak; di bin sîwana şaredariyê de doktor û psîkolog hene. Lê ev têrê nake. Zarokan piştî şer travmayeke mezin jiyan. di vî warî de jî destekeke têrker a psîkolojîk nikarin werbigirin."

Luhmann polîtîkayên şer ên Erdogan bibîr xist û got, "Mirov dikarin bêjin ku ev polîtîka bi komkujiya li Şengalê re destpê kiriye. Kurd, bi înkarkirinê re rastî êrîşên DAIŞ'ê hatin."

'ERDOGAN BI DAIŞ'Ê RE DIXEBITE'

Li ser mijara piştgiriya AKP, Erdogan a ji bo çeteyên DAIŞ'ê, Luhmann ev nirxandin kir:

"Li gorî min, DAIŞ û Erdogan bi hev re dixebitin. Lê belê bi awayekî şênber em nikarin vê deklare bikin. Ji bo vegotina vê yekê, hînê gelek delîlên kêm hene. Mînak, li cihê ku li Amedê jê re digotin hucreya DAIŞ'ê ye û serdegirtin li hemberî wê hat kirin, 2 polîsên Tirk jî jiyana xwe ji dest dan.Li aliyê din dibêjin ku navê 21 endamên DAIŞ'ê yên bombeyên zindî li cem wan hene, lê çima wan nagirin? Qaşo li gorî qanûnên Tirkiyeyê, heta ku ev çalakiyê nekin nikarin werin girtin. Ev rewşeke pêkenok e. Tu yê rabe rêveber û serokên HDP'ê ji ber gotinên xwe yên di çarçoveya azadiya ramanê de bilêv kirine bigire û bixe girtîgehê, tu yê rabe Kurdan ji ber nêrînên wan 'terorîst' îlan bike, lê belê kesên xwe di nava mirovan de diteqîne negire û ji vo ê jî 'hiquqê' weke hincet nîşan bide. Kes ji vê bawer nake û ez vê rewşê fêm nakim."

'OCALAN PÊŞÎ LI KAOS Û KOMKUJIYÊ GIRT'

Luhmann di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Kurdan a li Rojhilata Navîn û got, "Rewşa wan bi rastî jî gelekî zehmet e. Bi zilm û komkujiyê re rû bi rû hatin hiştin. Kurd, ji bo jiyaneke însanî ya weke hemû welatiyên din, têdikoş in. Yê ku çareserî û analîzên herî bi aqilane yên li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn dike Ocalan e. Ocalan pêşî li kaos û komkujiyên gengaz girt. Ocalan sîstema netewe dewlet red kir û xwest hemû gel li erdnîgariyeke hevpar bi hev re bijîn. Xwest çek ji navberê vekişe. Alternatîfa bi tenê, pêşniyara Ocalan e. Ez vê pêşniyarê gelekî hêja dibînim. Em dizanin ku di pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Ocalan ve hat destpêkirin de, AKP û Erdogan ji bo Kurdan gaveke bi tenê jî neavêt. Diviyabû Erdogan jiyaneke biratiya bi Kurdan re hilbijarta, lê biryarek berevajî vê girt. Tevî van hemûyan jî wê rewşeke ku Kurd û hemû gelên din bi biratî bi hev re bijîn, derkeve holê."

Ji bo gefên Erdogan ên destwerdana li Rojavayê Kurdistanê, Luhmann ev nirxandin kir:

"Rewşa Rojava zehmet e. Niha Rûs jî ketin Sûriyeyê. Ew ê jî bixwazin sîstema xwe ava bikin. Lê belê di çarçoveya biryarên gelên li wê derê re sîstemeke nû dikare ava bibe. Ne Elmanya ne jî Tirkiye dikare dest li daxwazên gelên li wir werbidin. Ji ber hilbijartinên li Tirkiyeyê serê Erdogan bi temamî tevlîhev bûye û ji ber vê yekê çi tê ber dev, bilêv dike. Sîstema niha li Rojava ketiye meriyetê, çi eleqeya xwe bi wî heye? Kantonên Rojava ne karê Erdogan e. Ji bo avakirina Sûriyeya Demokratîk li Awûstûryayê ji xwe timî civîn tên lidarxistin û tê zanîn ku wê tiştên gelekî erênî pêk werin. Ji ber vê yekê dixwazim vê bêjim: Tirkiye nikare dest li Rojava werde."

'ÇARESERIYEK BÊYÎ OCALAN NEPÊKAN E'

Ji bo rê û rêbazên çareseriya pirsgirêkên penaberî, bêkarî, şer û demokratîkbûyînê Luhmann got, "Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd Ocalan çek danî aliyekî. Heman pêkanîn demekê ji aliyê Arafat ve jî hat kirin. Lê belê dewleta Tirk ev red kir. Lê ev rewşeke êdî tê zanîn û dîtin e. Bêyî Ocalan pirsgirêk çareser nabe. Yekane lîderê ku di çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk de dikare rola aktîf bilîze, Ocalan e. Ji ber ku di nava gelê Kurd de xwedî roleke mezin e. Di destpêkê de Tirkiyeyê xwest Ocalan bigire û bi dar ve bike. Lê belê welatên Ewropayê destûra vê nedan. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di normên demokratîk de, divê Tirkiye şert û mercên muzakereya bi Ocalan re biafirîne."