ÎHD: Bila AKP operasyonan bisekinîne

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan da xuyakirin ku di nava sê mehan de 227 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Turkdogan diyar kir ku ew destekê didin biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê û bang li AKP'ê kir ku operasyonan bisekinîne.

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan da xuyakirin ku di nava sê mehan de 227 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Turkdogan diyar kir ku ew destekê didin biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê û bang li AKP'ê kir ku operasyonan bisekinîne.

Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan têkildarî biryara KCK'ê ya bêçalakîtiyê, ewlehiya hilbijartinê û çavdêriya hilbijartinê li navenda giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê lidar xistin. Turkdogan diyar kir ku di navbera 27'ê Tîrmehê û 27'ê Cotmehê de bi giştî 227 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û her diçe tablo dijwartir dibe.

Turkdogan anî ziman ku piştî hikûmetê li hemberî herêmên di bin kontrola PKK'ê de operasyonên hewayî dan destpêkirin pêvajoya şer destpê kir û li ser daxwaza raya giştî KCK'ê biryara bêçalakîtiyê girt û wiha got: "Ji ber ku li Tirkiyeyê desthilatdariya siyasî di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk û aştiyane hedef nagire pêvajoya şer û pevçûnan berdewam dike. Hikûmet pirsgirêka Kurd weke 'terorê' dibîne û bi polîtîkayên ewlehiyê nêz dibe. Bi vê yekê pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin û di pêvajoyên borî de jî em ev yek dît."

Turkdogan da zanîn ku weke parêzvanên mafên mirovan pirsgirêka Kurd ji bilî rêyên demokratîk û aştiya bi ti rêyên din nayê çareserkirin û wiha axivî: "Ji ber vê yekê divê hikûmet bersiva biryara KCK'ê ya yek alî ya bêçalakîtiyê bide, operasyonan rawestîne, operasyonên binçavkirin û girtinê rawestîne."

Turkdogan bilêv kir ku pirsgirêka ewlehiya hilbijartin û sindoqan berdewam dike û wiha axivî: "Ji 7'ê Hezîranê heya niha li hemberî partiyên siyasî êrîş pêk hatin û tenê li hemberî avahiyên partiyan êrîşên pêk hatin heya niha HDP 133, AKP 8, CHP 3 û DBP 4 rastî êrîşan hatin. Tenê di nava sala 2915'an de li hemberî HDP û DBP'ê zêdehî 400 êrîş pêk hatin.

Turkdogan destnîşan kir ku ew ê di 1'ê Mijdarê de çavdêriya hilbijartinê bikin û wiha got: "Wê li 35 bajaran çavdêrên hilbijartinê yên serbixwe bikin û li 10 bajaran jî wê bi Komeleya Mafên Wekhev re çavdêriya hilbijartinê bikin. Wê di 1'ê Mijdarê de hemû şaxên ÎHD'ê vekirî bin. Wê di 1'ê Mijdarê de endamên me li qadan bin." 

Turkdogan têkildarî ewlehiya hilbijartinê de wiha got: "Divê hemû hilbijêr di mijara ewlehiya sindoqan de baldar bin. Muşahîtên partiyên siyasî divê encamên sindoqan bi îmzayên şil bigirin."