Demîrtaş bi heyeta AGÎT re têkildarî ewlekariya hilbijartinê axivî

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi heyeta AGÎT re li ser ewlekariya hilbijartinê axivî.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bi nûnerên heyeta AGÎT Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropa (AGÎT) re rûnişt. Di hevdîtina ku li Navenda Giştî ya HDP’ê pêk hat Serokê Heyeta Çavdêr a Hilbijartinan bi Sînor a AGÎT /DKÎHB Sefîr Geert Hinrich Ahrens di nav heyetê de cih girt. Di hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat  ewlekariya hilbijartinan û pêvajoya kampanyaya hilbijartinê hat destgirtin.