Vaye şexs û saziyên li Çewlikê DAIŞ'ê bi rêxistin dikin
Di rêxistinbûyîna çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ahrar-û Şam de, tevî Semsûrê navê Çewlikê jî her di rojevê de ye.
Di rêxistinbûyîna çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ahrar-û Şam de, tevî Semsûrê navê Çewlikê jî her di rojevê de ye.
Di rêxistinbûyîna çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ahrar-û Şam de, tevî Semsûrê navê Çewlikê jî her di rojevê de ye.
ANF'ê, şopa çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ahrar-û Şam a li Çewlikê şopand. Der barê rêxistinbûyÎna çeteyan de agahiyên hin sazî û navên şexsan ketin destê me.
YÊN BI RÊXISTIN DIKIN
Yên ku li Çewlikê rêxistinbûyîna çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ahrar-û Şam dikin, dûvik û rêxistinbûyînên paravan ên JÎTEM û AKP'ê yên bi navê Haksoz, Bîngol Bîlgî ve Duşunce Dernegî, Bîngol Îlîm Yayma Cemiyetî û endamên berê yên Hîzbûllahê ne.
ZEKÎ B. ENDAMAN JI DAIŞ'Ê RE PEYDA DIKE Û DIŞÎNE
Serkêşiya rêxistinbûyîna DAIŞ'ê ya li Çewikê, endamekî JÎTEM'ê Zekî B. dike. Zekî B. ji aliyê dewleta Tirk ve bi taybetî hatiye pwerdekirin. Kesekî ku Kurdîtiya xwe înkar dike. Ji ber ku ji hevsera wî ji malbateke welatparêz bû, ew qetil kir. Di vê astê de dijminatiyê li Kurdan dike. Zekî B. hevsera xwe kuştin û got 'xwe kuştiye'. Dewleta Tirk û dadgeriyê jî ser vê nixumand. Hin ji çeteyên ji aliyê Zekî B. ve hatine birêxistin niha li Rojava di nava DAIŞ'ê de li dijî Kurdan şer dikin. Yek ji van jî pismamê wî Yilmaz B. ye.
Li Çewlikê di nava kesên rêxistinbûyîna çeteya DAIŞ'ê dimeşîne de Omer B. û Enes B. jî hene. Her du jî biraziyên Zekî B. ne. Zekî B. biraziyê xwe yê bi navê Enes weke kûrye û ji bo karê agahî wergirtinê bi kar tîne. Biraziyê wî Omer jî berpirsyarê rêxistinbûyîna hucreyê ya DAIŞ'ê ya li Çewlikê ye. Endamê Hîzbûllahê Îbrahîm Dagilma jî di nava rêxistinbûyîna çeteyên DAIŞ'ê de cih digire; ji DAIŞ'ê re endaman peyda dike.
KOMELEYÊN AKP'YÎ JI BO RÊXISTINBÛYÎNA DAIŞ'E DIXEBITIN
Tevî rêxistinbûyîna çeteyên DAIŞ'e, li Çewlikê rêxistinbûyîna çeteyên El Nûsra û Ahrar-û Şam jî heye.
Rêxistinbûyîna El Nûsra û Ahrar-û Şam jî, di bin navê Bîlgî ve Duşunce Dernegî û Îlîm yayma Cemiyetî yên ku dûvikên Ozgur Der'ê ne, tê kirin. Serokê Komeleya Bîngol Bîlgî ve Duşunce Dernegî Dr. Mûstafa Yilmaz ê ji Kastamonûyê ye. Dr. Yilmaz di heman demê de Alîkarê Midûrê Navenda Tendurisiyê ya Gel a Çewlikê ye ku ev yek saziyeke fermî ya dewleta Tirk e. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ev şexs bi taybetî ji bo rêxistinbûyîna El Nûsra û Ahrar-û Şam ji aliyê dewletê ve ji Çewlikê re hatiye şandin û endamê MÎT'ê ye. Di nava ekîba Dr. Yilmaz de Serkan Elçî û Yûsûf B. jî cih digirin.
PIŞTÎ KU KIFŞ BÛ HESABÊ XWE YÊ TWÎTTERÊ GUHERAND!
Dr. Mûstafa Yilmaz di hesabê Twîtterê de di bin navê "Aynû'l Kûzat" de propaganda El Nûsra û Ahrar-û Şam dikir. Piştî ku kifş bû navê hesabê xwe guherand. Niha bi navekdî din vê propagandaya xwe didomîne. Serokê Îlîm Yayma Cemiyetî jî Îdrîs Kiliç e. Ew jî serkêşiya heman rêxistinbûyînê dike.
HAMDÛLLAH DARGIN Û NÎHAT KORLAELÇÎ
Her wiha hin kesên ku di rêveberiya dibistna Lîseya Bogazîçî de cih digirin, endamên vê rêxistinbûyîna çeteyan e. Du ji van kesan jî Hamdûllah D. û Nîhat K. ne.
Çend ji Çewlikiyên ketin xefika AKP'ê û JÎTEM'ê û weke tetîkkêşên nîjadperest ên Vahabî yên Ereb-Tirk ji Rojava û Sûriyeyê re hatin şandin û di şerê li dijî Kurdan de mirin ev in: "Metîn Ekîncî, Huseyîn Gîrîşen, Alî Arikboga, Îdrîs Kokten û Abdullah Ayaz."