Ekîncî yê li gundê Xanikê dimîne li ber deriyê xwe hat kuştin
Li gundê Xanikê yê Hezexê welatiyê bi navê Saît Ekîncî (64) di encama êrîşa çekdarî ya du kesên rûpoş bûn jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Xanikê yê Hezexê welatiyê bi navê Saît Ekîncî (64) di encama êrîşa çekdarî ya du kesên rûpoş bûn jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Xanikê yê Hezexê welatiyê bi navê Saît Ekîncî (64) di encama êrîşa çekdarî ya du kesên rûpoş bûn jiyana xwe ji dest da. Hevjîna Ekîncî, Şemsa Ekîncî îdîa kir dibe ku tiliya gundiyan di kuştina hevjînê wê de hebe û wiha pê de çû: “Em tenê texmîna gundiyan dikin ku ew kuştine. Neyarên me tenê gundî bûn û bi me re nediaxivîn. Bi devê gundiyên me ev bûyer pêk hatiye."
Li gundê Xanikê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê welatiyê bi navê Saît Ekîncî (64) li ber deriyê mala xwe rastî êrîşa çekdarî ya du kesên ku xwe wek bazirganê sewalan nîşandan û rûpoş bûn hat. Di encama êrîşê de Ekîncî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Hate hîn bûn ku piştî bûyerê her du kesên êrîşkar ji cihê bûyerê reviyane. Cenazeyê Ekîncî ji otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Xizmên Ekîncî yên ku bûyer bihîstin çûn ber nexweşxaneyê. Cenazeyê Ekîncî ji bo otopsiyê ji nexweşxaneya Nisêbînê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Hevjîna Ekîncî Şemsa Ekîncî jî têkildarî bûyerê axivî û diyar kir ku du kesê li ber mala wan bangî hevjînê wê kirine. Ekîncî got ku piştî hevjînê wê ber bi van kesan ve diçû li ber deriyê malê ew gulebaran kirin. Ekîncî anî ziman ku ew li pey wan êrîşkaran ket û her du êrîşkar bi wesayîtê ji gund reviyan.
'GUNDÎ PIŞTÎ BÛYERA DIN BI ME RE NEAXIVÎN'
Ekincî îdîa kir dibe ku tiliya gundiyan di kuştina hevjînê wê de hebe û wiha pê de çû: “Em tenê texmîna gundiyan dikin ku ew kuştine. Neyarên me tenê gundî bûn û bi me re nediaxivîn. Bi devê gundiyê me ev bûyer pêk hatiye. Em ne qatilê ti kesî ne. Ew kes bûne qatilê me Xwedê heqê me ji wan re nehêle. Hevjînê min di navbera ti kesî de fitne û zilm li ti kesî nekiribû. Gundî bi me re nediaxivî û hemû dijminê me bûn. Bi taybetî gundiyên me piştî bûyera beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê li gundê me rû da nediaxivîn û ji me xeyidîbûn. Dema ku pêvajoya sofîkan (hîzbûllah) destpê kir, em sê salan ji gundê xwe koçber bûn. Wa dîsa em qetil kirin.”
DI 29'Ê GULANÊ DE 2 ENDAMÊN PARTIYA HUR DAVAYÊ HATIBÛN KUŞTIN
Li heman gundî di 29’ê Gulanê beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê endamên Partiya Hur Davayê êrîşî konvoya HDP’ê kiribûn û pevçûn di navbera wan de derketibû. Di encama pevçûnên derketin de endamên Partiya Hur Davayê Muhammed Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhan hatibûn kuştin.