Gerîlayê TKP/ML TÎKKO Îçlî bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê TKP/ML TÎKKO Cengîz Îçlî (Unal) li Mersînê bi erasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê TKP/ML TÎKKO Cengîz Îçlî (Unal) ê ku di 21'ê Cotmehê de li bejahiya gundê Mercan ê navçeya Dêrsim Pulurê di şer de jiyana xwe ji dest da li Mersînê hat definkirin. Ji bo Îçlî li Mizgefta Halîl Îbrahîm a li taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîzê merasîm pêk hat. 

Partîzan, Ciwanên Demokrat ên Nû (YDG), YAKAY-DER, TUHAD-FED, Parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê Çîlem Kuçukkeleş û gelek kesên din tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de wêneyên 3 gerîlayan hatin hilgirtin û dirûşme hatin berzkirin. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Îçlî birin Goristana Guneykentê ya li navçeya Toroslar a Mêrsînê.

Endama Partîzan Dûygû Canîtez li goristanê axivî û wiha got: "3 gerîlayên me heya dawî li hemberî dijmin şer kirin û teslîmî artêşa faşîzmê nebûn." Canitez anî ziman ku li hemberî cenazeyan muameleyên dijmirovahî pêk hatin û tevî ku malbatan cenaze teşhîs kirin bi rojan li Saziya Tipa Edlî ya Elezîzê hatin sekinadin û wiha axivî: "Li hemberî hemû pêkanînên dewletê yên komkujî û faşîzan şervanên gel peyamek dan me û divê em vê yekê baş fêm bikin. Ew al nakeve erdê û em careke din soz didin şehîdên xwe."

'WÊ TÊKOŞÎN BIDOME'

Endama Ciwanên Demokrat Yelda Ozturk jî diyar kir ku yên jiyana xwe dest dan li hemberî şîdet û terorê têkoşîn dan û wêê têkoşîna wan her tim bidome.

Parlementera HDP'ê ya Mersînê Çîlem Kuçukkeleş jî wiha got: "Hevalên em oxir dikin rêya me ronî dikin. Em ê têkoşîna şoreşgerên weke Îbrahîm Kaypakkaya berxwedan her tim bilind bikin."

Piştî axaftinan nivîsa Komîteya Navenda TKP/ML TÎKKO'yê hat xwendin. Piştre cenazeyê Îçlî hat definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn girseyê heya pêşiya goristanê meş lidar xist û polîsan xwest êrîşê li meşê bikin.