Pêla qirkirinên siyasî dewam dike: Li Sêrt û Agiriyê 13 kes hatin girtin-HAT NÛKIRIN

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Giyadînê 7, li Sêrtê jî 6 kes hatin girtin.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Giyadînê 7, li Sêrtê jî 6 kes hatin girtin.

Li navçeya Agirî Giyadînê di 23'ê Cotmehê de di encama serdegirtina malan de Hevserokên Rêxistina DBP'ê yên Giyadîn M. Nurî Sari û Şehrîban Ozden, rêveberên DBP'ê Selîm Bîrgul, Alî Gor, Mustafa Mert, Nûnerê MEYA-DER'ê yê Agiriyê Cenap Îlboga, xebatkarê Nexweşxaneya Dewletê Berat Ozdemîr, Azad Çîftçî, Ferhat Oruç, Omer Vural, Fevîz Yeşîl, Dînçer Varol, Harun Kahraman, Faruk Sari û keyayê gundê Tapî Cemal Kartal hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan sewqî Edliyeya Giyandînê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê Hevseroka DBP'ê ya navçeyê Şehîrban Ozden, Azad Çîftçî û Harûn Kahraman serbest hatin berdan û 12 kesên din bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dadgehê Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê navçeyê M. Nurî Sari, birayê wî Faruk Sari, rêveberên DBP'ê yên navçeyêu Selîm Bîrgul, Alî Gore û Mustafa Mert, Nûnerê MEYA-DER'ê yê AgiriyêCenap Îlboga û Xebatkarê Nexweşxaneya Dewletê Berat Ozdemîr bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin. 7 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê û 5 kesên din jî serbest berdan.

Nûnerê MEYA-DER'ê yê Agiriyê Cenap Îlboga di 11'ê Nîsanê de di provokasyona Çiyayê Tendûrekê de birîndar bibû û piştî dermankirinê hatibû girtin û piştî 3 mehan di girtîgehê de hatibû girtin serbest hatibû berdan û dermankirina wî li Îzmîrê berdewam dikir.

LI SÊRTÊ 6 KES HATIN GIRTIN

Li Sêrtê ji 22 kesên di serdegirtinên malan ên 25'ê Cotmehê de hatin binçavkirin 10 jê duh sewqî edliyeyê hatin kirin. Li dû dayîna îfadeyan li dozgeriyê, dozgeriyê 10 kes ji bo werin girtin radestî dadgeriya nobedar kir. Metîn Ekîmcî, Salîha Altay, Evîn Yildirim û Mazlûm Akgul piştî wergirtina îfadeyan bi şertê 'serbestiya bi kontrol' hatin berdan. Lê belê Nûrettîn Elçî, Ahmet Korhan, Şaîr Dalkiliç, Kubra Çelîk, Ahmet Koçak û Zahîr Taşçi bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.

Tê payîn ku 12 binçavkiriyên mayî jî îro sewqî edliyeyê bên kirin.