Cenazeyên gerîlayên TKP/ML TÎKKO hatin veşartin
Cenazeyên gerîlayên TKP/ML TÎKKO Hakan Çakir u Ozguç Yalçin ên di şerê li bejahiya Pulurê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.
Cenazeyên gerîlayên TKP/ML TÎKKO Hakan Çakir u Ozguç Yalçin ên di şerê li bejahiya Pulurê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.
Cenazeyên gerîlayên TKP/ML TÎKKO Hakan Çakir u Ozguç Yalçin ên di şerê li bejahiya Pulurê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin. Di axaftinên li merasîmê de hat destnîşankirin, ku gerîlayên ji kevneşopiya berxwedanê hatine, teslîmiyet qebûl nekirin.
Bi sedan welatiyên li Kolana Hunerê kom bûn ber bi Mala Cem ve meşiyan. Girseya gel di meşê de pankartên "Şervanên gel namirin" û "Şehîdên Mercanê namirin" hilgirt û bênavber dirûşm qîriya. Ji bo Çakir û Yalçin li Cemxaneyê merasîma cenazeyê pêk hat. Nûnerê Partîzanê yê Dêrsimê Yusuf Topçû di merasîmê de axivî û diyar kir ku 3 gerîlayên TÎKKO'yê yên di şopa Îbrahîm Kaypakkaya de dimeşin bi lehengî li dijî dijimin şer kirin û wiha axivî: "Her sê gerîlayên leheng li ser lêvê wan dirûşmên şoreşê, xwe radestî dijiminê faşîst nekirin. Em soz didin wan ku ew ala ku wan hildaye nakeve erdê."
Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu sersaxî ji gelên Kurdistan û Tirkiyeyê xwest û ev tişt anî ziman: "Wan bi lehengî li ber xwe dan. Ew pêşengên leheng ên xwendekaran bûn."
'WÊ HESAB BÊ PIRSÎN'
Bavê Yalçin Sermet Yalçin jî diyar kir ku ew ji bo azadî û wekheviyê derketin rê û wiha axivî: "Ew heta dawiyê di vê rêyê de meşiyan. Wan 'divê çawa were jiyîn û çawa şehîd bibin' nîşanî me dan. Wê rojekê hesabê vê yekê were pirsîn."
Piştî axaftinan cenazeyê Hasan Çakir li Goristana Asrî ya Şaredariya Dêrsimê û cenazeyê Ozguç Yalçin jî li Goristana Xozatê hatin definkirin.