BI DÎMEN

Malbat alavên zarokên xwe dişînin Kobanê

Malbatên ku li Pirsûsê xizmên xwe winda kirin, di 100. roja komkujiyê de alavên xizmên xwe dişînin Kobanê. Malbatên şehîdên Pirsûsê bi alavan re “Silav” ji gelê Rojava re şandin.

Sibe 100. salvegera komkujiya Pirsûsê ye ya 33 şoreşger bi hevkariya AKP-DAIŞ hatin qetilkirin.

Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê ya tevî ku bi hefteyane daxwaza wan a edaletê nayê bicihanîn û bi komkujiya Enqereyê re heman êşan dijîn wê alavên xizmên xwe bişînin Kobanê.

Malbatên li Stenbolê wê sibe saet 18.00’an piştî daxuyaniya li ber Şaredariya Kadikoy alavan bişînin Pirsûsê. Malbatên din jî ên li bajarên din wê alavan bigihînin Şaredariya Pirsûsê. Piştî hemû alav hatin komkirin wê bişînin Kobanê.

Malbata Cemîl Yildiz, kurdeleya sor bi koliya alavan a amadekirin ve vekir, malbata Îsmet Şeker jî bi nameyeke ku kirin paketê “silav” ji şervanên Kobanê re şand.

TÎŞORTÊ ŞÎN Û BEDLÊ KU CEMÎL YILDIZ LI XWE NEKIRIBÛ

Hevsera Cemîl Yildiz, Sûltan Yildiz, tîşortê şîn û pantolonê kot ên hevserê wê bi hezkirin li xwe dikir û bedilê ku zêde firsend nedît li xwe bike kir paketê. Yildiz a di axaftinê de zehmetî kişand got: "Cemîl pir dixwest biçe Kobanê. Ji ber ew neçû em çend parçe alavên wî dişînin. Ez bawer im bi rehetî radize. Jixwe zêde alavên Cemîl nînbûn. Di jiyana wî de bedilekî wî çêbû. Ew jî firsend nedît li xwe bike. Em wan jî dişînin. "

ALAVÊN DAYIK, BAV Û KUR DIŞÎNIN

Tevî ku ewqas roj di ser komkujiyê de bihurî, Yildiz êşa xwe wiha îfade kir: “Ez çi bibêjim. Ez li cihê ku axaftin bi dawî dibe me. Ji ber ku Cemîl her tiştê me bû.” Yildiz peyama, “Bila rêya we vekirî be” da gelên Rojava.

Keçên Îsmet Şeker, amadekariyan dikin ku alavên birayên xwe Mustafa Can Şeker (Şiyar Koçgirî) ku di parastina Kobanê de nemir bibû, ên bavên xwe û yên dayika xwe ku li hember vê êşe nikaribû li ber xwe bide û jiyana xwe ji dest da, bişînin Kobanê.

Malbata Şeker, nameyek ku gel û şervanên Rojava silav dike jî xistin nav van alavan.

Dîlek Şeker hêstên xwe wiha diyar kir: “Bextewariyek heye lê xemgînî giraniya xwe dide hîskirin. Min xwest biçim wê derê. Min ew der nedîtîn, lê ez ê rojekê ji dayik û bavê xwe re wiha bibêjim: ‘Min cilên we şand.’ Ez dizanim ku min dibihîzin. Ez ji bavê xwe re jî dibêjim, ‘Rehet razê’. Ez xwîna wî li erdê nahêlim. Ez ji bo Kobanê jî heskirin û silavên xwe rê dikim.”

...