Yuksekdag: Em ê destûrê nedin Komara Qesrê
Yuksekdag a li Wanê civînek çapemeniyê lidar xist got, "Di dema hikûmeta AKP'ê de, êrîşên faşîzan û zextên ne kêmî cûntayê rû didin. Ji bo demokrasiyê divê em sekneke bêhtir bi biryar nîşan bidin."
Yuksekdag a li Wanê civînek çapemeniyê lidar xist got, "Di dema hikûmeta AKP'ê de, êrîşên faşîzan û zextên ne kêmî cûntayê rû didin. Ji bo demokrasiyê divê em sekneke bêhtir bi biryar nîşan bidin."
Yuksekdag a li Wanê civînek çapemeniyê lidar xist got, "Di dema hikûmeta AKP'ê de, êrîşên faşîzan û zextên ne kêmî cûntayê rû didin. Ji bo demokrasiyê divê em sekneke bêhtir bi biryar nîşan bidin." Yuksekdag hişyarî da ku eger AKP bi ser bikeve, wê şerekî hîn mezintir bide meşandin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Wanê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Yuksekdag berî tevlî hin merasîmên vekirina xizmetên şaredariyên DBP'î bibe li avahiya HDP'ê ya Wanê bi rojnamevanan re civiya û têkildarî bûyerên di rojevê de daxuyanî da. Parlementera Wanê Tûba Hezer û Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî jî tevlî civînê bûn. Di civînê de ewil Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî axivî û diyar kir ku di demên dawî de AKP'ê bi polîsan bajar dorpêç kiriye û li ser hilbijêran zextan pêk tînin ku deng bidin AKP'ê.
Piştre Yuksekdag axivî û wiha got: "AKP propagandeyekî gelek qirêj dike. Gelê Wanê baş dizane kî çawa li bajar deng kom dike baş dişopîne. Bajar di bin dorpêçkirina polîs û leşkeran de ye û hişmendiya AKP'ê bi polîs û leşkeran re xebatên hilbijartinê dike. Gefan li hilbijartên dixwin. Keyayan tehdît dikin. Eger li vî bajarî yek bi eşqiyatiyê dengan kom bike ew jî AKP ye. Êdî li vî bajarî AKP ti wekîlan dernaxîne. Ne mimkûne AKP bi gef û zextan dengan kom bike. Ev bajar vê yekê qebûl nake. Gelê Wanê wê di 1'ê Mijdarê de bersiva AKP'ê bide.
Hilbijartinên 1'ê mijdarê hilbijartina bi darê zorê bû. Li hemberî gelên Tirkiyeyê hilbijartinekî bi zorê pêk anîn. Gel ev yek qebûl nekirin. Em bi şertên awarte diçin hilbijartinê. Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê AKP'ê û qesrê dît ku bi rêyên asayî nikarin bibin desthilatdar dest bi zextan kirin. Êrîşên li hemberî partiya me li 5 bajaran zêde bûn. Teqez em ji sekna xwe tawîzê nadin.
'HDP JI GELAN RE BÛ VEBIJÊRKA 4.'
Ji xwe pergala berê xitimî bû. AKP'ê di nava 13 salan de ti reformên demokratîk nekir. Hêza di destê xwe de ji bo demokrasî û çareseriyê bi kar neanî. Di 7'ê Hezîranê de gelên Tirkiyeyê planên AKP'ê û qesrê dîtin û li hemberî vê yekê tabloyekî pirwekîlê derxist. Siyaseta desthilatdar bi salan ji gelan re 3 vebijêrk danîn. HDP jî ev derxistin 4'an. Li hemberî daxwaza gelê me şerekî mezin dan destpêkirin. Li hemberî daxwaza civaka Tirkiyeyê şerê topyekûn dan destpêkirin. Hegemonyaya AKP'ê dixwaze gelan paşda bibe. Her dengê didin HDP'ê ji bo Tirkiyeya nû ye. Naxwazin gelên Tirkiyeyê pêş de biçin.
Armanca yên ku di operasyonên leşkerî de israr dikin heye ew jî ji bo rejîm gavavêtin e. Qesrê bi filî rêveberî desteser kiriye. Hikûmet û serokwezîrekî nehatine hilbijartin hene. Li pêşberî me hikûmetekî rêbir heye. Hikûmetekî ku wekî wekîl nehatiye hiilbijartin hatiye avakirin heye. Ji 5 mehan heta niha Tirkiye ji aliyê hikûmete rêbir ve tê rêvebirin. Hiqûq û destûra bingehîn binpê dikin û Tirkiyeyê bi rê ve dibin. Bêhiqûqiye ku Destûra Bingehîn a 82'an jî derbas dikin pêk tînin. Gelên me nizanin wê sibeha 1'ê Mijdarê çi bijin. Vê tirsê ferz dikin.
'WEKE RÊVEBERIYA CÛNTAYÊ DARBE KIRIN'
Weke rêveberiya cûntayê darbe dikin. Em bi êrîşên ku cûnta û faşîzmê derbas dikin re rû bi rû ne. Li hemberî me feraseta ku wê hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî nas nekin heye. Yên ku Tirkiye bi zorê birin hilbijartinan bêyî ku şerm bikin peyama ku wê encama hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî nas nekin didin. Ji bo ku em şaxên dawî yên demokrasiyê bigirin bêhtir divê bi biryar bin. Ji ber ku 400 parlamenter dernexistin civak xist nava şer. Eger em destûrê bidin ew di 1'ê Mijdarê de bi ser kevin wê gelên Tirkiyeyê bixin nava şerekî mezintir. Ji bo desthilatdariya xwe ciwanên me feda dikin.
Di salvegera 97. a komarê de, komar hê jî demokratîk nebûye. Îro hewl didin komara qesrê ava bikin. HDP'ê xeyalên wan ên komara qesrê pûç kir. AKP Kurd, elewî, jin û ciwanan red dike û bi vî rengî serketina wê nepêkan e. Di sedsala 21. de bi vî rengî nikare xwe biparêze. Îradeya gelan qebûl nekirin. Têkoşîna me ji bo qabûlkirina îradeya gel û pêkanîna demokrasiyê ye.
Welatiyên Wanê van rastiyan dibînin. Wanê tehdîdên li hemberî xwe dibînin. Serokwezîr li qada Wanê bi torosên spî ve gel tehdîd kir, gelê Wanê bi mehan e li hemberî cîpên reş têdikoşin. Her roj cenaze tên van taxan. Li kolanên Wanê ciwanên me tên tehdîtkirin. Li ser navê HDP'ê belavokan belav dikin. Ji bo dengen bertîlê dixwazin bidin gelê me. Li Wanê polîtîkayên neexlaqî xistin dewreyê. Li hemberî van êrîşên neaqilane gelê Wanê wê ji bo edaletê dengê xwe bi kar bîne. Em ê di 1'ê Mijdarê de bi piştgiriya gelê xwe bi ser kevin."