Rojek piştî komkujiya Enqereyê, xwendekara bi navê Zeynep Ozturk di 11'ê Cotmeha 2015'an de çû standa hilbijartinê ya AKP'ê û polîtîkayên hikûmetê rexne kir. Derket holê ku ji ber 'heqareta li serokkomar' doz li Ozturk hatiye vekirin. Ozturk ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku her çend wê heqaret li Serokkomar nekiriye û di vî warî de du polîsên sivîl ên şahidê bûyerê li aliyê wê îfade dane jî, li hemberî wê doz hatiye vekirin.
Di "demokratiya pêşketî" ya Tirkiyeê de yên di twîtterê de li hemberî Serokkomar Erdogan şîroveyê bikin yekser cezayê girtîgehê lê tê birîn. Her wiha rexneya herî biçûk a li hikûmeta AKP'ê jî di çarçoveya 'heqareta li serokkomar' de tê nirxandin. Xwendekara master a zanistên siyasetê Zeynep Ozturk, ku li standa hilbijartinê ya AKP'ê ya li Bakirkoy a Stenbolê polîtîkayên hikûmetê rexne kir, bû yek ji mexdûrên 'heqareta li serokkomar'. Ozturk ku rastî heqareta kesên li standa AKP'ê rast hat, li qereqola ku ji bo gilîkirinê çûbû, bi xwe hat sûcdarkirin. Her çend du polîsên sivîl û du kesên din ên şahidî ji bûyerê re kirin gotin ku Ozturk ti heqaret nekirine jî, dozger li gorî îftira AKP'yiyan tevgeriya û ji ber 'heqareta li serokkomar' der heqê Ozturk de doz vekir.
HEM HEQARET LÊ HAT KIRIN, HEM JÎ DOZ LÊ HAT VEKIRIN
Ozturk di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de ragihand, ku zîhniyeta AKP'ê nikare xwe li rexneyeke biçûk jî rabigire û bûyera ku rojek piştî komkujiya Enqereyê rû da bi vî rengî vegot: "Dema li Bakirkoyê digeriyam, min dît ku AKP'ê li meydanê standa hilbijartinê vekiriye. Ez jî çûm cem û min xwest hîn bibim bê li ser pêvajoyê çi difikirin. Ji bilî jinekê, hemû kesên li standê zilam bûn. Min ji wan re got ku bi van polîtîkayan re nikarin di 1'ê Mijdarê de desthilatdariya yek partî ava bikin. Li ser vê yekê hêrs bûn. Yekî ji wan got, 'de bimeşe, biçe'. Min jî jê re got, ez tenê pirsê dipirsim, mafê wan nîne ku bi vî rengî tevbigerin. Dema ez li ber çûyînê bûm, yekî ji wan sixêfên zayendî kir. Piştî ku min ev sixêf bihîst, ez vegeriyam û bi gotina 'tu sixêfê li kê dike?' nerazîbûn nîşandan. Piştî ku sixêfa xwe dubare kir, yek jê parêzer du jinan nerazîbûn nîşan dan. Zilamên ku hingî ji bo veqetandinê dor li min girtin, ez dehf dan û li min dan. Du jin û du zilamên ku dûre min bihîst polîsên sivîl in, ketin navberê û ez ji nava wan derxistin."
AKP'YIYAN GEFA 'TU YÊ NIKARIBE JI VIR DERKEVE' XWAR
Ozturk da xuyakirin ku ji bo gilî bike ew çûye Qereqola Kartal Tepe ya Bakirkoyê, lê li vê derê rewş guheriye. Ozturk diyar kir ku tevî hebûna şahidan jî AKP'yiyan ew bi 'heqareta li serokkomar' sûcdar kirine. Ozturk anî ziman ku kesên li qereqolê li parêzerên xwe geriyan, yekser gotinên xwe guhertin û rabûn li ser 'heqareta li serokkomar' îfade dan û ew sûcdar kirin. Ozturk got, "Halbûkî hemû qereqol şahid e ku van kesan di îfadeya xwe ya destpêkê de behsa heqaretekê jî nekirine. Ji xwe du polîsên sivîl ên ji cihê bûyerê ez anîn qereqolê jî şahîd in, ku bi xwe îfade dan û gotin heqareteke bi vî rengî nîne". Ozturk ragihand ku AKP'yiyan bi gotina "Tu yê nikaribe ji vir derkeve" lê xwarine û anî ziman ku tevî vegotinên şahidan jî, ew derxistine pêşberî dadgeha li Edliyeya Bakirkoyê, bi sûcdariya 'heqareta li serokkomar' hatiye sûcdarkirin û bi şertê kontrola edlî hatiye berdan.
'MÎNA ŞANTAJÊ BI KAR TÎNIN'
Ozturk da xuyakirin ku ji dîmenên MOBESE tê dîtin ku sixêf lê hatiye kirin, li ser vê yekê vegeriya ye û di vê kêliyê de deh kes bi ser wê ve meşiyane û diyar kir ku îtiraza wê ya li kontrola edlî jî bi lez û bez hatiye redkirin. Ozturk diyar kir ku 'heqareta li serokkomar' li hemberî rexneya herî biçûk veguheriye amûreke şantajê û destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê mafên xwe biparêze. Ozturk got, "Li welatên din rexne weke azadiya ramanê tê dîtin, lê li welatê me berdêla vê doz û girtîgeh e." Ozturk da zanîn ku tevî van hemû dozan jî weke namzeteek zanyara siyasetê ew e her rexne û lêpirsînê bike.