Girtiyên siyasî: Em di şînê de ne û serî radikin!

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H ya Erzîromê, Komkujiya Enqereyê şermezar kirin. Girtiyan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê gotin, "Dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa azadî."

58 girtiyên li Girtîgeha Tîpa H ya Erzîromê tên ragirtin, bi rêya Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li ser komkujiya Enqereyê peyamek weşandin û diyar kirin ku ji ber komkujiyê ew di şînê de ne û serî radikin.

Di peyamê de hat ragihandin ku AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, bi şer bersiv dane daxwaza aştî, demokrasî û azadiyê ya gelan.

Girtiyan ragihandin ku di asta sereke de hikûmeta AKP'ê berpirsyarê komkujiyê ye û anîn ziman ku komkujiyên Amed, Pirsûs û Enqereyê bi hev re girêdayî ne. Girtiyan destnîşan kirin, ku AKP'ê polîtîkaya qetilkirinê xistiye meriyetê.

'BI TECRÎDA LI SER OCALAN RE ŞER TÊ FERZKIRIN'

Di peyama girtiyan de hat gotin, "Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê di her firsendê de dibêjin aştî, lê şerxwaz ji bo bangên agirbest û muzakereyê dibêjin 'em ji van bangan têr in'. Desthilatdariya Qesrê rê nade aştiyê. Tê zanîn, ku komkujî di roja îlana agirbestê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd de, hat kirin. Bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd re dixwazin pêşî li çareseriya siyasî û muzakereyê bigirin û neçareserî û şer li ser gelên Tirkiyeyê ferz bikin."

Girtiyan bi şiyara 'dîsa dîsa aştî, welatekî hevpar ê demokratîk û azadî' komkujiyên gladyoya Qesrê yên li Amed, Pirsûs, bajarên xwerêveberî lê hatine ragihandin û komkujiya li Enqereyê şermezar kirin û gotin, "Em di şînê de ne, lê di heman demê em li dij vê rewşê derdikevin û serî radikin."