AKP'ê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê: Zêdeyî 30 binçavî, 4 girtî

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li gelek bajar û navçeyan zêdeyî 30 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin.

Bi nêzîkbûna hlibijartinên 1'ê Mijdarê re, hikûmeta AKP'ê konsepta xwe ya şerê topyekûn dişidîne. AKP bi operasyonên qirkirina siyasî yên li gelek bajar û navçeyan hewl dide pêşî li xebatên HDP'ê yên hilbijartinê bigire. Di operasyonên dawî de zêdeyî 30 kes hatin binçavkirin, herî kêm 4 kes hatin girtin.

BÛRSA 

Li Taxa Emek a navçeya Osmangazî ya Bursayê, polîsan danê sibehê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de zarokek jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin. Tûrgût Bîngolbali, Mazlûm Alp, Harûn Azak, Azmî Akkaya, Emrah Tunk, Gokhan Işik birin Miduriyeta Emniyetê ya Bûrsayê, zarokê bi navê O.S. jî birin Midûriyeta Şaxa Zarokan.

MÊRDÎN

Yek ji bajarên ku operasyon hate kirin jî Mêrdîn e. Li taxên Saraçoglû, Gul, Îmamhatîp û Yalim ên navçeya Artûklû ya Mêrdînê, danê sibehê polîsan bi awayek hemwext bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de welatiyên bi navê Remzî Şîmdî, Abdulcelîl Şîmdî û Mehmet Denk hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê.

ÇEWLIK

Li navçeya Kanîreş a Çewlikê jî, ciwanê bi navê Ferîdûn ku xebatên hilbijartinê dimeşand, dema ji avahiya navçeyê ya HDP'ê derket, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Ciwanê HDP'yî birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

QERS

Li navçeya Têgor a Qersê jî polîsên tîmên taybet bi awayek hemwext bi ser 6 malan de girtin û 4 kesan binçav kir. Yek ji ciwanan piştre hate berdan. 2 kesên ku der barê wan de biryara binçavkirinê hene jî li navnîşanên xwe nehatin dîtin. Hate zanîn ku sedema operasyonê ew e ku di şahiya zozanê Têgorê de al û poster vekirine. Mahsûn Sarikaya, Mehmet Aymandir û Recep Budak birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. 

MERSÎN

Li navçeyên Yenîşehîr û Mezîtlî yên Mêrsînê serê sibehê li hemberî malên xwendekaran operasyon pêk hat. Di encama operasyonê de xwendekarên zanîngehê yên bi navê Emîne Bîçen, Okan Altûn, Çekdar Alpergîn û gelek xwendekarên navê wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Hate zanîn ku Rojîn Yûral a ku par Zanîngeha Mêrsînê qedand jî di çarçoveya heman operayonê de li Cizîrê hat binçavkirin.

Li taxên Şevket Sumer û Guneş ên navçeya Akdenîzê jî polîsan di serdegirtina malan de Ayşe Aras, Mehmet Bayar, Nizar Aka, Welat Sayin û Abdulkadir Ayhan binçavkirin.

ÎDIR

Li navçeya Tozan a Îdîrê jî serê sibê polîsan bi ser malan de girtin û endamê Meclîsa Şaredariya Tozanê Salih Karadenîz hat binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û Karadenîz birin Midûriyeta Polîsan a Tozanê.

AMED

Li navçeya Peyasê ya Amedê serê sibehê di encama serdegirtina malê de endama DBP'ê Nazîle Tûrsûn hat binçavkirin. Tûrsûn li ser biryara girtinê ya Dozgeriya Komarê ya Mûşê hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.

MÛŞ

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê di 24'ê Cotmehê de li navenda navçeyê û gundan bi ser gelek malan de hatibûn girtin û 24 kes hatibûn binçavkirin û 8 kesên dema wan a binçavkirinê hatin dirêjkirin piştî îfadeyên li Fermandariya Jendermeyan a navçeyê sewqî Edliyeya Gimgimê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 8 kesan Hulkî Ozbey, Davût Bîngol, Talîp Dag û Hayrettîn Aksoy hatin girtin û welatiyên bi navê Ercan Deger, Alîcan Çelîk, Rahmî Bîngol û Saîm Bîngol jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

16 kesên di heman operasyonê de hatin binçavkirin jî di 26'ê Cotmehê de sewqî dadgehê hatibûn kirin û ji wan 5 kesên di nav de Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya navçeyê Halîde Aktay jî hebû hatibûn girtin.