Ocalan: Ez di nava tecrîdê de me, nikarim bi têrkerî parastinê bikim

Amadekariyên parêzerên Ocalan ên ji bo doza li hemberî Yewnanîstanê ya ji ber komploya navneteweyî vekirine, diqedin. Parêzerên Ocalan wê di 4'ê Mijdarê de li Atînayê li ser dozê civîneke çapemeniyê lidar bixin.

Amadekariyên parêzerên Ocalan ên ji bo doza li hemberî Yewnanîstanê ya ji ber komploya navneteweyî vekirine, diqedin. Parêzerên Ocalan wê di 4'ê Mijdarê de li Atînayê li ser dozê civîneke çapemeniyê lidar bixin. Ocalan di nameya xwe ya ji bo parêzeran re got, "Di nava şert û mercên tecrîdê de nepêkan e ku bi têrkerî parastina xwe bikim". Her wiha tazmînata bê qezençkirin, wê ji bo gel û cemaweriyê ji Yewnanîstanê re bê dayîn.

Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 16 sal li dû xwe hişt. Ji bo teşhîrkirina komployê, têkoşîna li qada hiqûqê dewam dike.

DOZA DESTPÊKÊ YA LI HEMBERÎ KOMPLOYÊ

Rûniştina destpêkê ya vê doza li hemberî Yewnanîstanê, ku ji bo teşhîrkirina aktorên bingehîn ên komployê hat vekirin, wê di 9'ê Mijdarê de li Dadgeha Îdare ya Atînayê bê dîtin. Bi vê dozê re cara yekê li hemberî komployê doz hat vekirn. Ji ber girînga dozê, parêzerên Ocalan bi şahidên wê demê yên li Yewnanîstanê, siyasetmedar, hiqûqnas û rojnamevanan re hevdîtinan dikin. Parêzer û xwarziya Ocalan Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, bi armanca agahdarkirina raya giştî wê di 4'ê Mijdarê de li Baroya Atînayê civîneke çapemeniyê lidar bixin.

Di vê dozê de wê bi delîlan re were nîşandan ku Yewnanîstan li gorî hiqûqa navneteweyî ya penaberan tevgeriya ye yan na û tê xwestin, ku berpirsyariya Yewnanîstanê ya di komployê de bê teşhîrkirin.

'EGER TAZMÎNAT BÊ WERGIRTIN WÊ JI BO GELÊ YEWNAN BÊ BIKARANÎN'

Doza ku ji aliyê rêxistinên hiqûqê yên ji welatên cuda jî tê şopandin wê di 9'ê Mijdarê saet di 10:00 de destpê bike. Eger dadgeh bêhiqûqiyê tespît bike û Yewnanîstanê bi dayîna tazmînatê mehkûm bike, wê parêzerên Ocalan vê tazmînatê ji bo xêra gelê Yewnanîstanê bidin saziyeke xêrxwaziyê ya Yewnanîstanê. Parêzerên Ocalan di vê der barê de gotin, "Ev yek ne jestek e. Em dixwazin bê zanîn ku ev yek, wezîfeyeke xwezayî ya Ocalan û gelê Kurd a bi dostê qedîm ê gelê Yewnan re ye."

BERSIVA OCALAN

Ocalan ji ber ku di nava mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, yekser nikare bi beyanên xwe beşdarî dozê bibe. Ocalan ê ku ji 5'ê Nîsanê û vir ve bi biryara şer a AKP'ê di nava mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, beriya destpêkirina dozê nameyek gihandibû parêzerên xwe û di nameya xwe ya 14'ê Cotmehê de got, "Ji ber şert û mercên şidandî yên tecrîdê nikarim parastineke têrkerî bikim. Parêzerên min dikiarin ji parêznameyên min ên Atîna, parêzname û nrixandinên din sûdê werbigirin û parastineke xurt bikin."