‘Erdogan ne DAIŞ’ê Kurdan bombe dike’
Li PE rûniştineke di serî de Sûriye têkildarî penaber û koçberên tên Ewropayê pêk hat.
Li PE rûniştineke di serî de Sûriye têkildarî penaber û koçberên tên Ewropayê pêk hat.
Li PE rîniştineke di serî de Sûriye têkildarî penaber û koçberên Ewropa pêk hat. Demokratê Lîberal ê Belçîkayî Gerard Depres di axaftina xwe ya rûniştinê de got: “Em soza alîkariya malî didin Erdogan, lê em wî baş nas bikin. Erdogan ne DAIŞ’ê Kurdan bombe dike. Ji ber vê ji bo penaberan alîkariya ji Tirkiyeyê re divê ne pêkhateyî be.”
Li Parlamentoya Ewropa (PE) rûniştineke ku hatina penaberan a Ewropa hat destgirtin pêk hat. Di rûniştinê de serokên Konseya Yekîtiya Ewropa û Komîsyona Yekîtiya Ewropa jî amade bûn, ji bo civîna 11- 12’ê Mijdarê ji aliyê welatên endamên Ewropa û hemû saziyan ve wê li La Valette pêk bê û di wê civînê de pirsgirêka koçber û penaberan wê bê destgirtin rûniştin bi awayekî berfireh hat destgirtin.
Nîqaş ji bo bersiva ji “krîza penaberan”, tedbîrên ku Yekîtîya Ewropa di nav xwe de bigire û di serî de Tirkiye, di vê mijarê de şêwazên têkîliya welatên têkîldar, hatin dayîn. Parlamenterên endamê YE di nîqaşan de bal kişandin ser pirsgirêkên cidî yên têkîliyên bi desthilatdariya Tirkiyeyê re.
Di rûniştinê de Raportorê Tirkiyeyê yê YE Katî Pîrî got ku divê penaberan û dosyaya Tirkiyeyê ya namzetiyê tevlîhev nekin. Perî destnîşan kir ku pêdîviyên YE bi Tirkiyeyê re hene, her wiha yê Tirkiyeyê jî bi YE heye û wiha axivî: “Lê pêwîst e di van têkîliyên bi Tirkiyeyê re, em ne mafê gelê Kurd ne jî yên mirovan paşguh bikin.”
Li ser navê Koma Çep mafê axaftinê parlamenterê Yewnanî Takîs Hajîgeorgîoû wergirt. Hajîgeorgîoû bal kişand ser bazara penaberan a di nav Erdogan û rêberên YE û wiha got: “Hin hene dixwazin Tirkiyeyê wek welatekî ewle bi me bidin qebûlkirin. Ev jî di demeke ku ewqas zext li ser gelê Kurd heye, li Enqereyê ji sedan zêdetir mirovên ku aştî dixwestin hatin qetilkirin, her roj bombe diteqin, êrîşên DAIŞ’ê jî vekirî tên kirin de ye. Jixwe ev pir bi mane ye.”
ERDOGAN NE DAIŞ’Ê, KURDAN BOMBERDÛMAN DIKE
Belçîkayîyê Lîberal Demokrat Gerard Depres jî wiha axivî: “Em soza alîkariya malî didin Erdogan, lê em wî baş nas bikin. Erdogan ne DAIŞ’ê Kurdan bombe dike. Ji ber vê jî pêwîst e alîkariyên ji bo penaberan ên bi Tirkiyeyê re konjonkturel û ne pêkhateyî be.”