Li Silopiyayê polîsan ciwanek birîndar kirin
Li Silopiyayê polîsan gule berdan stûyê Hasan Yilmaz ê 22 salî û ew birîndar kirin.
Li Silopiyayê polîsan gule berdan stûyê Hasan Yilmaz ê 22 salî û ew birîndar kirin.
Li navçeya Şirnex Silopiyayê, polîsên ku dor li kolana 3. a taxa Cûdî girtine, tevî ku ti bûyer tinebû jî gule li kolanan reşandin. Di encama vê gulereşandinê de ciwanê bi navê Hasan Yilmaz (22) ji stûyê xwe birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Piştî mudaxleya destpêkê Yilmaz rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Merdînê.
Tax hînê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Ji ber gulereşandina ji wesayîtên zirxî, gule li gelek wesayîtên sivîl ên li kolanan parkkirî ketin. Dema polîsan gule reşandin, li kolana 3. teqîneke dijwar rû da.
Ji be teqînê, camên gelek mal û dikanên li derdorê şikestin.