Demîrtaş bersiva 'PYD'ê da Davûtoglû: Ji we nayê!
Demîrtaş di merasîma cenazeyê Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Demîr de peyivî. Demîrtaş bal kişand ser PYD'ê û ji Davûtoglû re got; "Hûn nikarin bi her tiştî."
Demîrtaş di merasîma cenazeyê Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Demîr de peyivî. Demîrtaş bal kişand ser PYD'ê û ji Davûtoglû re got; "Hûn nikarin bi her tiştî."
Demîrtaş di merasîma cenazeyê Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Demîr de peyivî. Demîrtaş bal kişand ser PYD'ê û ji Davûtoglû re got; "Hûn nikarin bi her tiştî."
Ji bo Serokê HAK-PAR'ê Fehmî Demîr ku li MErsînê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, li ber Navenda Giştî ya HAK-PAR'ê merasîma cenazeyê hate lidarxistin. Tevî malbata Demîr û siyasetmedarên Kurd, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Sekreterê Giştî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesût Tek, Serokê Giştî ya Partiya Azadî û Sosyalîzmê Sînan Çîftyurek, nûnerên PDK û YNK'ê, Serokê Giştî ya PDK-Bakur Sertaç Bûcak, Serokê Giştî ya PAK'ê Mûstafa Ozçelîk û Hevserokê KESK'ê Lamî Ozgen jî tevlî merasîma cenazeyê bûn.
Alîkarê Serokê Giştî ya HAK-PAR'ê Abdulmenaf Kiran der barê jiyana Demîr de axivî û diyar kir ku hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê neferekî xwe winda kirine. Piştî axaftinan cenazeyê Demîr ji bo were definkirin ji bajarokê Yenîceoba ya navçeya Cîhanbeylî ya Konya'yê re hate oxir kirin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî merasîmê bersiv da pirsên rojnamevanan. Demîrtaş destpêkê sersaxî ji malbata Demîr re xwest û der barê têkoşîna Demîr de axivî. Demîrtaş der barê daxuyaniyên Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ya li ser hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandin kir û got pêşbiniyên Ocalan rast derketine.
DAXUYANIYA DAVÛTOGLÛ CIHÊ ŞERMÊ YE
Demîrtaş bibîr xist ku ev 6,5 meh in bi Ocalan re hevdîtin nehatiye kirin û got, "Em her roj bi mirin û şer re rû bi rû ne. Ev rastiyeke dilşewat e. Hikûmet qîma xwe bi vê jî nîne, radibe dixwaze li hemberî herêma Rojava jî şer îlan bike. Davûtoglû mîna ku pesnê xwe bide, behsa êrîşên xwe yên li hemberî Rojava dike. Ev yek cihê şermê ye. PYD'ê bi ti awayî gef li Tirkiyeyê nexwariye û Kurdên li Sûriyeyê her tim destê biratiyê dirêjî Tirkiyeyê kirine. Lê tevî vê yekê jî Davûtoglû radibe, li şûna ku DAIŞ'ê weke gefekê bibîne, PYD'e mîna gefê dibîne. Ev yek cihê şermê ye. Lê belê divê vê yekê jî baş zanibe: Hêza we têra her tiştî nake, ji we nayê. Bila Davûtoglû vê baş zanibe."