Irmak: Projeya HDP’ê ji aliyê girseyan ve hatiye pejirandin

Parlamentera Colemergê ya HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Selma Irmak anî ziman ku encamên HDP’ê bi dest xistine “Ne têkçûn serketin e” û got “Encamên 1’ê Mijdarê nîşan daye ku projeya HDP’ê ji aliyê girseyan ve hatiye pejirandin.”

Parlamentera Colemergê ya HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Selma Irmak anî ziman ku encamên HDP’ê bi dest xistine “Ne têkçûn serketin e” û got “Encamên 1’ê Mijdarê nîşan daye ku projeya HDP’ê ji aliyê girseyan ve hatiye pejirandin.”

Parlamentera Colemergê ya HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, encamên hilbijartinan nirxand.

Irmak bi bîr xist ku encamên hilbijartinan wê di Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê de binirxînin û got, “Di vê merheleyê em nafikirin ku me winda kiriye.”

Irmak bal kişand ser bûyerên ku di pêvajoya hilbijartinê de rû dan û wiha axivî; “Weke ku hevserokên me jî diyar kirin di atmosfereke weke qiyametê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de me ti aktîvîte li dar nexist. Girse di nav xelekeke tirs û kaosê de hatibû asêkirin. Tevî vê jî ku em di bin bendê de neman, lê dengên me ji sedî 2 ku ketin ne têkçûneke mezin e, berevajî serketineke.”

Irmak ku got, “Encamên 1’ê Mijdarê nîşan daye ku projeya HDP’ê ji aliyê girseyan ve hatiye pejirandin” û wiha axivî; “Tevî evqas krîmînalîzekirina me û hewldanên ku em bi terorê re yek nîşandan jî ez wer difikirim ku hewldana aştiyê û jiyana bi hev re, ji aliyê civakê ve hatiye dîtin û pejirandin. Projeya jiyana hevpar a HDP’ê tevî hemû dijbertiyan jî ji aliyê girseyan ve careke din hatiye pejirandin. Ev ji bo me serketina herî mezin e.”

‘DENGÊN JI MUHAFEZEKAR Û DERDORÊN SERMAYAYÊ HATIBÛN KETIN’

Parlamentera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Selma Irmak dengê li herêmê û Tirkiyeyê ketine, ketina dengên ji beşên muhafezekar û derdorên sermayeyê nirxand û wiha axivî: “Nêzî 900 hezar dengê me kêm bûn. Ketin di vê qadê de çêbû. Ez ne bawer im ku dengê me yên sabît û yên derdorên çep ku bi vê projeyê baweriya xwe anîne ketibe. Di dengên CHP’ê de ti zêdebûn tineye. Ketina MHP’ê ji AKP’ê re bû û ji aliyê me ber bi AKP’ê ve windahî hene.”

Irmak destnîşan kir ku sedema vê ketinê ne têkildarî bê polîtîkabûna HDP’ê ye, bal kişand ser terora AKP’ê û wiha berdewam kir: “AKP û Erdogan bi awayekî bi plan, bername piştî 7’ê Hezîranê teror bikar anî, plana kaosê xist meriyetê. Teror der barê pêşerojê de fikaran çêdike û mirov li benderekê digerin, li îstîqrarê digerin. Girse hatin tehdîdkirin, Erdogan got, ‘An ez ê bi tena serê xwe bibim desthilat, an jî ez hizûrê ji we re nahêlim’. Mixabin li hember vê polîtîkaya tirsê û teslîmgirtinê girseyê serî tewand.”

Irmak wiha dewam kir: “Mixabin bi çanda demokrasî û bi hêza xwe li Tirkiyeyê, guhertin pir zeîf e.”

Selma Irmak wiha axivî: “Di 7’ê Hezîranê de wek Gezî, berxwedanek hevpar a têkoşîna gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd çêbû. Lê mixabin ji bo beşên din ev çênebû. Hêza guhertinê û baweriya bi hêza xwe negihişt asta girseyan. Ji bo çanda demokrasiyê rûnê, pêwîstî bi hin wext heye. Lê tişta herî girîng ev e ku divê atmosfera zext û tehdîdê belav bibe.”

'AKP’Ê SERKETIN BI DEST NEXIST'

Irmak di nirxandina xwe de got ku AKP’ê serketin bi dest nexistiye û wiha dewam kir: “Ez bawer im ku polîtîkaya wê ya girse bi kaosê tehdîd dikir, encam girt. AKP li cihê berê disekine û binketina beşên din bi taybet MHP, wek serketin ji AKP’ê re hat nivîsandin. Bi polîtîkaya tirsandinê dengê ji HDP’ê re hatibû jî ber bi xwe ve kişand, ev jî lê zêde bû. Ango, AKP nebûye hêviyek nû.”

Irmak ku got: “Mixabin, niha beroşek qapaxa wê girtî heye û dikele” diyar kir AKP’e bi tena serê xwe bibe desthilat jî kaos bi dawî nabe û wiha axivî: “Bi rastî jî eger dînamîkên demokratîk li cihê xwe rûnê, wê demê wê kaos bi dawî bibe.”