Firat: Eger peyama sindoqê bê fêmkirin, em ê dengê xwe zêde bikin

Parlamenterê HDP'ê Dengîr Mîr Mehmet Firat ji bo dengên HDP'ê bi dest xistiye got, "Em nikarin vê rêjeyê biçûk bibînin. Li Meclîsê em partiya sêyemîn in."

Parlamenterê HDP'ê Dengîr Mîr Mehmet Firat ji bo dengên HDP'ê bi dest xistiye got, "Em nikarin vê rêjeyê biçûk bibînin. Li Meclîsê em partiya sêyemîn in." Firat diyar kir ku encamên hilbijartinê peyamên gelekî girîng dane HDP'ê û got, "Eger ev peyam rast bên analîzkirin em ê dengê xwe bi hêsanî bigihînin rêjeya ji sedî 20'an."

Dengîr Mîr Mehmet Firat ê ji Mersînê cara 2. de ji HDP'ê tê hilbijartin, encamên hilbijartinê nirxand.

Firat ku ji ber polîtîkayên AKP'ê ji partiya yek ji damezrînerên wê bû ji AKP'ê îstifa kir û tevlî HDP'ê bû, da xuyakirin ku serketiyê hilbijartinê AKP ye. Firat got, "Lê belê dema mirov li şert û mercên pêkhatina hilbijartinê binêrin, hingî mirov nikarin bêjin ku ev serketin adîl û demokratîk e."

Firat da zanîn ku CHP bi kadroyên xwe yên heyî re nikare wezîfeya mûxalefeta bingehîn pêk bîne û ji bo MHP'ê jî ev nirxandin kir: "Hilbijêrên MHP'ê, ji ber neyîniyan MHP ceza kir. Bi dîtina min ev cezakirin mafdar e. Ji ber ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de gel ev peyam dabû: Bibin yek, dawî li desthilatdariya AKP'ê bînin. Lê belê MHP bi helwesta xwe ya dûrî lihevkirinê, bi helwesta xwe ya di mijara serokatiya meclîsê de AKP ji nû ve zindî kir. Welatiyan gotin, 'madem hûn nabin y ek, ez ê jî deng bidim AKP'ê."

Firat ragihand ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji bo HDP'ê jî xwedî peyamên girîng e û got, "Lazim ev ji nû ve bê nirxandin. Lê belê divê dengê me stendiye biçûk neyê dîtin. Qet nebe li Meclîsê em partiya sêyemîn in."

'EGER PEYAM RAST BÊ NIRXANDIN, DENGÊN ME WÊ BIGIHÊJE RÊJEYA JI SEDÎ 20'AN'

Firat diyar kir ku eger HDP peyamên ji aliyê gel ve hatiye dayîn rast binirxîne, dikare bi hêsanî rêjeya dengê xwe derxîne ji sedî 20'an û got, "Lazim e ev yek bi awayekî gelekî cidî were nirxandin û encamên vê nirxandinê jî bi cih bên anîn. Texmîn dikim ku piştî kombûna li Meclîsê wê partî vê mijarê nîqaş bike. Wê biryarên xwe yên li ser vê yekê bixe meriyetê."

'DENGÊN KURDÊN MÛXAFAZAKAR JI HDP'Ê RE HATIN Û ÇÛN'

Firat anî ziman ku encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê nirxandinên 'HDP'ê bi dengên ji CHP û derdorên din ji sedî 13 ê dengan stend' pûç kiriye û got, "Hat dîtin ku dengên ji HDP'ê re hatine yên Kurdên mûxafazakar û yên çûne jî yên Kurdên mûxafazakar in. Bi awayekî li AKP'ê vegeriyan. Bi encaman re me dît ku ew derdora mûxafazakar jî deng dide me."

'ALTERNATÎFA 5 PARTÎ JI HOLÊ RABÛ'

Firat bal kişand ser nîqaşên partiya 5. ên beriya hilbijartinê û got, "Êdî partiya 5. nepêkan e. Eger dibetiya koalîsyonê derketibûya holê, partiya 5. dikarîbû ji aliyê AKP'ê ve bihata organîzekirin. Yan jî dikarîbû di nava AKP'ê de ji nava baskê mûxalîf derketibûya. Lê belê, bi encaman re ev alternatîf bi dîtina min ji holê rabû."