Ji Hevserokan daxuyaniya hevpar: Em li vir û em ê bi ser bikevin
Hevserokên HDP, HDK, KCD û DBP'ê, encamên civîna xwe ya 2'ê Mijdarê ya li Navenda Giştî ya HDP'ê bi raya giştî re parve kirin.
Hevserokên HDP, HDK, KCD û DBP'ê, encamên civîna xwe ya 2'ê Mijdarê ya li Navenda Giştî ya HDP'ê bi raya giştî re parve kirin.
HDP, HDK, KCD û DBP'ê destnîşan kirin ku hilbijartin di nava atmosfera 'terora hikûmetê' de hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku tevî hemû zext û êrîşan jî HDP ji benda hilbijartinê derbas bûye û bûye partiya sêyemîn. Her wiha, ji bo dualîbûna agirbestê û dawîanîna li tecrîda li ser Ocalan bang li AKP'ê hat kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bêyî ku ji sekna xwe ya mafdar û rewa tawîzê bidin em bang li her kesî dikin ku bi biryardarî têkoşînê bilind bikin."
Hevserokên HDP, HDK, KCD û DBP'ê, encamên civîna xwe ya 2'ê Mijdarê ya li Navenda Giştî ya HDP'ê bi raya giştî re parve kirin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Emîne Ayna û Kamûran Yuksek, Hevserokên HDK'ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu û Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle ji bo agirbest û rakirina tecrîdê bang kirin.
'HILBIJARTIN DI NAVA ATMOSFERA TERORA HIKÛMETÊ DE HAT KIRIN'
Di daxuyaniya hevpar a Hevserokan de hat gotin, "Tirkiye di nava atmosfera terora hikûmeta di 7'ê Hezîranê de hat xistin de, hilbijartinên 1'ê Mijdarê pêk anî."
Hevserokan spasiyên xwe pêşkêşî hilbijêrên çûne ser sindoqan kirin û gotin, "Em, her kesên ku bi dil û can ji bo serketina HDP'ê di hilbijartinan de xebitîn pîroz dikin. Em ji hemû hevalên xwe yên di êrîşên AKP'ê û Qesrê de jiyana xwe ji dest dan, careke din bi minetdarî bibîr tînin û dibêjin rehma Xwedê li wan be."
'XWESTIN HILBIJÊRAN TESLÎM BIGIRIN'
Di daxuyaniyê de ev nirxandin hat kirin:
"Encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê, vîneke girîng a gel bû ku tevî zilm û zexteke mezin derket holê. Lê belê bi darbeya qesrê bersiv ji vê vînê re hat dayîn û tine hat hesibandin. AKP'ê ji bo desthilatdariya bi tena serê xwe û hewesên xwe yên serokatiyê, welat veguherand gola xwînê, li hemberî HDP'ê êrîş, komkujî û ambargoyên çapemeniyê xist meriyetê û ji bo nikaribe kampanya hilbijartinê bimeşîne, bombeyên zindî berdane dû Hevserokên HDP'ê û namzetên parlamenteriyê, bi afirandina tirsa ewlekariyê ya awarte re hewl daye hilbijêrên li welêt teslîm bigire.
AKP'ê hemû derfetên budçeya sergirtî ya dewletê di asta herî bilind de bi awayekî bêexlaqî bi kar anî, ne kampanya hlibijartinê lê kampanya teror û gefê meşand û di encamê de bi stratejiya şoqa ji nişka ve pêşî li derketina holê ya vîna gel girt. Bêguman li gorî encamên vê hilbijartinê em ê ti carî qebûl nekin ku gelên Tirkiyeyê polîtîkayên komkujî, şer, zilm, dizî, nelirêtî û bêexlaqiyê erê kirine. Polîtîkayên paşverû yên vekirî/dizî yên AKP'ê ti carî ji aliyê civakê ve nehatine qebûlkirin.
‘HDP BI HÊZA XWE BÛ PARTIYA SÊYEMÎN’
HDP’e li hember êrîşên ewqas zêde yên bê exlaqî, fîzîkî ên di dîroka me de cara yekem e, bi hêza xwe, bi girêdana manewî ya bi hilbijêrên xwe, bi seknek mezin û ser bilind, bend derbas kir û bû koma sêyemîn a parlamentoyê. Di bin van êrîşên giran de HDP ji nûnertiya xwe ya jinê dûr neketiye, di Meclîsê de bûye dengê herî bilind a têkoşîna jinê.
'XWESTIN DI BIN BENDÊ DE BIHÊLIN'
Hedefa tifaqa veşartî ya MHP/AKP, ev bû ku HDP’ê di bin bendê de bihêlin hikûmetek xurt a AKP’ê ava bikin. Lê ev lîstika sivik a MHP’ê bi bendderbaskirina HDP’ê têk çû, ji HDP’a tine dihesibîne gelekî kêmtir nûnertî bi dest xist û wiha ket parlamentoyê.”
Hevserokan wiha got: “Tişta ku dikeve ser milên hêzên demokrasiyê, avakirina bloka demokrasiyê ye, hem di parlamento hem jî derveyî wê bilindkirina têkoşînê ye.” Hevserokan wiha berdewam kirin:
“Bila gumanên ti kesî tinebin, wezîfeya ku gelê me daye me bi temamî û bi layiqî em ê bi cih bînin. Ti rewşên ku civaka Tirkiyeyê bitirse yan jî der barê pêşerojê de bikeve fikaran tineye. Tenê avakirina yekîtiya têkoşînê jî ji bo têkbirina xeteriyên pêşerojê bes e. Em hene û em bi xwe bawer in. Me faşîzm, paşverûtî gelek caran sekinandiye, em ê dîsa serkevin.”
'DIVÊ PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ JI ÎNSAFA AKP’Ê RE NEYÊ HIŞTIN'
Parlamentoya pêvajoya nû, di serî de pirsgirêka Kurd, pêwîst e çareseriyên demokratîk, muzakere û diyalogê esas bigire. Pêvajoya çareseriyê divê ji însafa AKP’ê de neyê terkkirin. Pêwîst e komîsyonek hevpar a ji parlamentoyê bibe muxatabê fermî yê pêvajoya çareseriyê û bi bernameyek demokrasiyê ya şer bisekinîne ji bendewariyan aştiyê ya civakê re bibe bersiv. Eger AKP’e rêzê ji îradeyek çareseriyê ya wiha re bigire, vegere pêvajoya aştiyê û bi mekanîzmayên nû pêvajoya çareseriyê emanetî parlamentoyê bike, em ê ji vê nêzîkatiyê re rêzê bigirin.”
'PÊWÎST E ŞERTÊN KU BIRÊZ OCALAN TÊ DE ROLA XWE BILÎZE BÊ AVAKIRIN'
Daxuyanî bal dikşîne tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha didome: “Şertên birêz Ocalan ku 7 meh in li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, ji bo ji nû ve û bi bandortir karibe rola xwe bilîze derfet karin bên afirandin û parlamento di pêvajoya çareseriyê de dikare bibe navend. Bi destûrek bingehîn a demokratîk, sivîl û azadîxwaz welatê me di rêya demokrasî de dikare gavên mafdar ên sazî û bingehîn di vê pêvajoyê de biavêje. Bi terikandina polîtîkayên ewlehiyê di çarçoveya lihevkirin û mejiyê hevpar, tavilê pêşeroja Tirkiyeyê gav bi gav dikare bê avakirin.”
Hevserokan diyar kirin ku ger gavên erênî bên avêtin, wê her tim ji bo gavavêtina rast amade bin û wiha domandin:
“Di çarçoveya berjewendiyên hevpar ên gelên me de, destpêkê dest ji ziman û ûslubê qutupkirinê, cudakirinê berdan, ji bo pêvajoya nû vebe, çi berpirsiyartiya dikeve ser milên me bêguman em ê pêk bînin. Tevahî civak bendewariya siyaseta çareseriyê ye. Tevî tevahî bê edaletî û ne wekheviya hilbijartinan jî em dixwazin bi terza xwe ya muxalefeta berpirsiyar û siyaseta xwe ya berpirsiyar deriyê çareseriyê vekin.
JI BO CHP Û AKP BANGAWAZÎ
Em hêvî dikin ku CHP jî wek partiya muxalefeta bingehîn di van rojên dîrokî de li ser navê aştî û demokrasiyê berpirsyartiya dikeve ser milên xwe bi cesaret pêk bîne. Di çareserkirina pirsgirêkên me de em bawer in hemû hêzên demokrasiyê yên hundirê parlementoyê û derve bi hev re tevbigerin meclîsê bikin navenda çareseriyê.
Em hêvî dikin ku AKP ji van tiştên rû dane encamên rast derxe bi aqilê selîm tevbigere. Em hêvîdar in ku hatiye dîtin li hemberî ti polîtîkayên ferzkirinên şer û komkujiyan welatiyekî tenê jî yê bi rûmet serê xwe netewandiye û natewîne jî. Em bang dikin ku ji her cure biryarên ku li hundir û derve şer mezin bike û dîsa di vê feraseta ku gihiştiye ber qeraxa kendalê zede neyê israrkirin.”
‘DIVÊ AGIRBEST BIBE DU ALÎ’
Di daxuyaniyê de bang li KCK’ê hat kirin ku biryara bêçalakiyê ya hatiye dayîn bidomîne, bang li hikûmetê jî hat kirin ku hemû operasyonên xwe yên leşkerî û polîsiye rawestîne ji bo agirbest bibe du alî îrade bên nîşandan.
Hevserokên HDP, HDK, KCD û DBP’ê di dawiya daxuyaniya xwe ya hevpar de ev xisûs diyar kirin: “Li pêşiya me pêvajoyeke têkoşînê ya mezin heye ji bo li hember her îhtîmalan em amade bin, bi moral, bawerî û motîvasyoneke bilind em bang li her kesî dikin ku hê zêdetir xwe rêxistin bikin, li rex hev bin û têkoşînê bilind bikin. Roj ne roja mirov xwe bikişîne roja însiyatifgirtinê û bi awayek hê bi hêztir pêşde çûne. Em ji her demê zêdetir xwe amade û bi heyecan hîs dikin. Bê ku em ji sekna xwe ya mafdar û rewa tawîzê bidin em bang li her kesî dikin ku têkoşînê bi biryar pêş bixin. Têkoşîna azadî edalet û aştiyê wê bi ser bikeve.”