Çavdêrên navneteweyî yên hilbijartinên 1’ê Mijdarê şopandin di daxuyaniya hevpar a weşandin de diyar kirin ku şîdet, “ewlekarî”, polîtîkaya zextê ya li ser namzetan encamên hilbijartinê bandor kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi taybet li Kurdistanê şîdeta rû dide, hedefgirtina namzet û xebatkarên HDP’yî bandora xwe li encamên hilbijartinê kirine û weşanên yek alî yên çapemeniya Tirkiyeyê hat rexnekirin.
Berpirsyarê wezîfeya demkurt a Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropa (AGÎT) Ignacio Sanchez Amor got, “Pêvajoyeke hilbijartinê ya pir qutup di nav alternatîfan de derfeta bijartinê da mirovan. Lê ev alternatîf di demeke kurt de azadiya ramanê ji ber zextên li ser çapemeniyê hat sînorkirin. Vê jî bandora xwe li sindoqan kir û ev rewşeke pir bi guman e.” Amor da xuyakirin ku şîdeta fîzîkî ya li hember namzetên parlamenteriyê bi taybet li Kurdistanê şîdeta rû dide jî pêvajoya hilbijartinê bi awayekî neyênî bandor kir.
Amor anî ziman ku komkujiya Enqereyê atmosfer pir giran kir û ti partiyên siyasî kampanyaya hilbijartinê nemeşand. Amor got, “Peyamên ji hilbijêran re di nav partiya desthilatdar û namzetên din de bi awayekî pir bi qutup pêk hat. Di hefteyên dawî de jî li hemberî namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê û mîlîtanên wê şîdet derket pêş.”
Şefê Delegasyona Meclîsa Parlamenteran a Desteya Ewropa Andreas Gros wiha got: “Kampanya hilbijartinan di atmosferek fikar, tedbîr û tirsê de derbas bû.” Gros destnîşan kir ku ji bo di hilbijartinan de yên serneketine jî dengê xwe ragihînin, divê Serokkomarê Tirk pêvajoyek polîtîk bide destpêkirin.
Şefa Heyeta Parlamenterên AGÎT Margerata Cedergelt jî wiha axivî: “Li başûrrojavayê welat, qadên ku hejmara Kurdan lê zêde ne, şîdeta hat bikaranîn, binçavkirina namzetên HDP’ê, rastî êrîşan hatin, binçavkirina mîlîtanan, bi awayekî giran sindoq bandor kirin. Ji ber ku meşandina kampanya hilbijartinan û xebatên hilbijartinan hate astengkirin.”
Heyetê di daxuyaniya de zextên li hember çapemeniyê jî rexne kir. Her wiha, bi bîr xist ku di weşanên raya giştî û dewletê de propagandaya partiya desthilat tê kirin.
Di daxuyaniyê de tevî biryara YSK’ê jî veguhastina sindoqên Kurdistanê hat rexnekirin.
Çavdêrên Navneteweyî bal kişandin ser benda ji sedî 10’an jî û diyar kirin ku ev nahêlê gelemperiya polîtîk di meclîsê de cihê xwe bigire. Çavdêran wek pêşketinek erênî jî ji sala 2014’an ve çi zimanê tê xwestin propaganda pê tê kirin nîşan dan.
Çavdêrên Navneteweyî diyar kirin ku tevî jin di hilbijartinan de roleke aktîf dilîzin jî, bi qasî tê xwestin nûnertiya wan tineye, tevî ku destûra bingehîn wekheviya jin û mêr misoger dike jî, partiyên siyasî berpirsiyartiya xwe li hember zagonan pêk naynin û di heman astê de namzetên jin dernaxin pêş.