AKP hewl dide li Geverê tola hilbijartinê hilîne

Li Geverê tîmên tevgera taybet û polîs hewl didin bi gelek wesayîtên zirxî bikevin nava Taxa Cûmhûriyetê. Şêniyên taxê li dijî êrîşan li ber xwe didin. Ji taxên derdorê jî gel diherike vê derê.

Li navçeya Colemêrg Geverê, ku HDP'ê ji sedî 93.7 ê dengan lê stend, tîmên tevgera taybet danê sibehê saet di 09:30 de li Taxa Cûmhûriyetê dest bi operasyonê kirin. Wesayîtên zirxî şerîtek ji rêya Cengîz Topel a li navenda sûkê li çûn û hatinê girtin. Bi kepçeyên zirxî û panzeran hewl didin bendên li kolana Seven Gira ya li ser rêya Şemzînanê rakin û bikevin nava taxê.

Şêniyên Taxê li ber Mala Gel civiyan û bi tilîlî û qîrîna dirûşmeyan dest bi berxwedanê kirin. Polîsên Tirk ji hundirê wesayîtên zirxî guleyan li taxê direşînin. Her wiha tîmên tevgera taybet jî bombeyên destan diavêjin bendan. Tîmên taybet her wiha bi sedan bombeyên gazê avêtin nava taxê û guleyan li seranserê taxê direşînin.

Li Taxa Cûmhûriyetê, ji ber guleyên ji wesayîta zirxî ya polîsan hatin reşandin, ciwanek ji sînga xwe bi giranî birîndar bû. Welatiyên li derdorê ciwanê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê.

Li hemberî hewldanên komkujiyê yên dewletê, welatiyên li taxên derdorê diherikin Taxa Cûmhûriyetê.