HDP’ê li Elezîz, Riha û Edeneyê îtîrazî encamên hilbijartinan kir
HDP’ê bi sedema di hilbijartinan de hîle hatine kirin li Edene, Elezîz û Riha li Saziyên Hilbijartinê yên Bajêr îtîraz kir.
HDP’ê bi sedema di hilbijartinan de hîle hatine kirin li Edene, Elezîz û Riha li Saziyên Hilbijartinê yên Bajêr îtîraz kir.
HDP’ê bi sedema di hilbijartinan de hîle hatine kirin li Edene, Elezîz û Riha li Saziyên Hilbijartinê yên Bajêr îtîraz kir.
ELEZÎZ
Rêxistin HDP’ê ya Elezîzê bi sedema ku di hilbijartinên li bajêr hîle hatine kirin serî li desteya hilbijartinê da û îtîraz kir. Hevserokê HDP’ê yê bajêr Yunus Gûneş got; “Di 399 sindoqên li navenda Elezîzê de ku deng şaş hatine nivîsandin girtek û hejmarên fermî hevdu nagirin û hin dengên HDP’ê ji bo AKP’ê hatine nivîsandin me îtiraz kir.” Desteya hilbijartinê ya bajêr di serlêdana ji bo 399 sindoqan tenê îtiraza 191 sindoqan qebûl kir.
RIHA
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê der heqê binpêkirinên di hilbijartinan de îtîraz kir û serî li Edliyeya Rihayê da. Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr, Îbrahîm Ayhan û namzete HDP’ê yê Rihayê rêza 4'emîn Leyla Guven û rêveberên HDP’ê piştî îtîraza ku kirin li ber avahiya Adliyeyê daxuyanî dan.
Hevseroka HDP’ê Sevda Çelîk Ozbîngol di serî de axivî û diyar kir ku berî hilbijartine jî wan gumanên xwe yên ku wê binpêkirin pêk werin anîne ziman û wiha got: "Em di gumanên xwe de mafdar derketin. Nê tene di qadên çolterê de li navenda bajar jî çewisandin li ser muşahîdên me hebûn û dengên blok hatin pêk hatin. Me îro îtîrazî gelek bê ûsuliyên ku bi girtekan ve hatin tespîtkirin kir. Agahiya ku vîna 5 hezar 300 hilbijeran a ku wê werin betalkirin hatin destên me. Îtîraza me wê encama hilbijartine biguherîne.”
Ozbîngol da zanîn ku li Halîliye 83, Eyubiyê 60, Karakopruye jî 15 deng blok hatine bikaranîn û wiha direjî da axaftina xwe: “Ev tene yên ku me xwe bi xwe tespitkirine ne. Ji bo Karakopru 897, Halîliye 2 hezar û 282, Eyubiye hezar û 253 yê ku me tespît kirine ne û em ê îtîraz bikin. Îtîraza me ya Wêranşarê jî hat qebûlkirin. Niha dengan ji nû vê dijimerin.”
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr jî, derbirî ku di rewşeke nê adîl de hilbijartin pêk hatiye û ev tişt li gotinên xwe zede kir: “Heke îtîrazên me encam bigire û daraz adîl nez bibê Rihaya me we ronahî be. Em dikarin vê agahiyê bidin we. 5 hezar dengên me betal kirin. Ev tene yê li navenda navçeyê ne. Em yên çolterê jî nabêjin." Baydemîr derbirî ku ew heta encam bigirin edliyeyê û desteyên hilbijartinê terk nakin û wiha domand: “Ya ku hatiye xespkirin vîna gel e, ne parlamenteriya me ye. Em e têbikoşin." Baydemîr da zanîn ku ji aliye AKP’ê şerekî neheq hatiye derbaskirin û wiha giranî da axaftina xwe: “Di vî şerî de me nezî hezar kes winda kir. Fatureya vî şere neheq ji HDP’ê re hat birîn û HDP’ê deng winda kir. Em rêxnedayina xwe didin me maskeya yê ku şer dan destpêkirin nîşanî gelê Rihayê neda. Dîsa em rexnedayîna xwe didin ku me berpirsiyar neşandin qadên."
EDENE
HDP’ê li Edeneyê bi 4 hezar 968 dengî parlamenterê duyemîn winda kir, bi îdîaya di hilbijartinan de bê ûsulî û hîle hene, serî li Desteya Hilbijartinan a Bajar dan ku deng ji nû ve bên jimartin. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Bajar û parêzer ji bo daxwaznameyên îtîrazê bidin hatin pêşiya Edliyeya Edeneyê, berî daxwaznameyan bidin jî daxuyanî dan.
Beştaş diyar kir ku tespîtên xwe yên der barê bê ûsuliyên hilbijartinên Edeneyê bi dawî kirine, got ku li tevahî herêmên hilbijartinan bê ûsultiya destpêkê ew bû ku girtekên vala bi endamên desteya sindoqan ve dane îmzekirin. Beştaş ragihand ku bi hezaran girtekên wiha dane îmzekirin û wiha axivî: “Ev sûc e. Li tevahî Tirkiyeyê bê ûsultiyek organîze û sîstematîk heye, me ev tespît kiriye.”