Li Londonê çalakiya Roja Kobanê

Li Londonê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê meşek û şevek hat lidarxistin.

Li Londonê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê meşek û şevek hat lidarxistin.

Meşa ku ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat organîzekirin, li herêma Harrîngeyê ku hejmareke zêde ya Kurdistanî û Tirkiyeyî lê dijîn, pêk hat. Di destpêka meşê de li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk axaftin hat kirin. Di axaftinê de bal hat kişandin ser taybetmendiya pêşengiyê ya berxwedana YPG û YPJ'ê û ji bo cihgirtina li nava xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bang hat kirin.

Di meşê de dirûşmên "Bijî YPG, bijî YPJ", "Kujer DAIŞ", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

Li dû meşê li Navenda Civaka Kurd (KCC) şevek hat organîzekirin. Di çalakiya ji aliyê înstiyatîfa "Save Kobanê" ve hat organîzekirin de, li ser navê saziyên cuda yên weke Kampanya li dijî krîmînalîzekirina civakê (CAMPACC), Forûma navbera civakan (I-CF), Koma Têkoşîn-Şoreşger-Komunîst a li dijî faşîzm û emperyalîzmê (RCG) axaftin hat kirin.

Di axaftinên li vê derê de naveroka demokratîk û antî emperyalîst a berxwedana Kobanê, rola jinan a di berxwedanê de hatin vegotin û hat destnîşankirin ku sîstema kantonan a li ser vê bingehê hatiye avakirin, jiyaneke alternatîf pêşkêşî gelên cîhanê dike.

...