Li Stockholmê jinan galaya piştevaniya bi Kobanê re li dar xistin
Însiyatifa Aştiyê ya Jinan, ji bo tevkariya ji nû ve avakirina Kobanê û piştevaniya kantonên Rojava bikin, duh êvarî li paytexta Swêdê Stockholmê galayek li dar xist.
MURAT KÛSEYRÎ
STOCKHOLM / ANF
sêşem, 3 sermawezê 2015, 14:56
Însiyatifa Aştiyê ya Jinan, ji bo tevkariya ji nû ve avakirina Kobanê û piştevaniya kantonên Rojava bikin, duh êvarî li paytexta Swêdê Stockholmê galayek li dar xist.
Gala, li navenda bajêr salona mezin a Otela Rîvalê hat lidarxistin, ji Însiyatifa Aştiyê ya Jinan Latîfe Fegan beşdar silav kir û galayê destpê kir. Ji bo şehîdên di serî de Kobanê û Rojava tevahî yên di têkoşîna rizgariya civakî û neteweyî de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin, piştre hunermendên pêşkêşvaniya şevê dikirin, Astrîd Assefa û Eva Nîkell, pêşketinên herî dawî yên Kobanê û Rojava ragihandin.
Li dû kemana Hunermenda Kurd Ster Kûrdaxî, hunermendên Swêdî Marîa Selender û Tûomo Haapala helbestên xwe xwendin.
Piştî rizgariya Kobanê, Rojnamevanê Kurd Mûstafa Can û Wênekêş Magnûs Halmarsson çûbûn Kobanê û çavdêriyên xwe di rojnameya rojane ya Svenska Dagbladet weşandibûn, wêne û nêrînên xwe bi beşdaran re parve kirin. Koma Muzîkê ya Şahîn Kardeşler 2 stranên Kurdî, hunermenda Swêdî Rîgmor Gûstavsson da Elîse Eînarsdotter jî bi piyanoya xwe stranên Swêdî gotin. Koma Cîrkûs Cîrkor xwepêşendanên akrobasiyê kir, ji Palyaçoyên Sînor Nenas Nalle Laanale jî bal kişand ser girîngiya piştevaniya Kobanê û penaberan.
Anîta Wall 2 helbestên Karîn Boye yên ji bo zarokan hatiye nivîsandin xwend, Çiya Hîcran Çîçek jî der barê pêşketinên Kobanê û Pirsûsê beşdar agahdar kir. Çîçek der barê xebatên ku Kobaniyên neçar mane hatine Pirsûsê de agahiyên bi detay da, destnîşan kir ku Kobanê sembola berxwedanê ye, nîşan daye ku dema mirov bibin yek û bi biryar têbikoşîn dikarin bigihêjin serketinê.
Piştre Tevna Rêxistinên Jinan belgeselek li Kobanê kişandine pêşkêş kirin. Piştî belgeselê Tevna Rêxistinên Jinan ji bo tevkariya ji nû ve avakirina Kobanê çekek 5 hezar kron dan amadekarên galayê.
Rojnamevan Joakîm Medîn, hem berî êrîşên DAIŞ’ê yên Kobanê hem jî piştre li Kobanê bû û bûyerên diqewimî bi çapemeniya cîhanê re parve dikir, wêneyên bi xwe kişandibûn pêşkêş kir û pêşketinên Kobanê, Rojava anî ziman.
Medîn diyar kir ku 2 şervanên YPJ’ê ku bi wan re gotûbêj kiribû û wêne kişandibû dema şerê DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane, bal kişand ku paqijkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê bi berdêlên mezin çêbûye û gelek gerîlayan jiyana xwe ji dest daye.
Bengî Efrînî, Vera Vînter, Emîlîa Amper, Pedram Shahlaî, Lena Swanberg, Danîel Bîngert bi enstrûmanên xwe stran gotin, lîstikvanên şanoyê Serpîl Înanç helbesta Helepçe ya Helbestvan Şêrko Bêkes, Kemal Gorgu ji çîrokek zarokan a bi xwe nivîsandî xwendin. Gala bi stranên Koma Muzîka Armanç bi dawî bû.