Balafirê şer ên Tirk bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin

Balafirên şer ên Tirk duh êvarê herêmên Qendîl, Xakurkê, Zap, Zagros û Garê bombe kirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê duh êvarê jî dewam dikin. Hat ragihandin ku herêmên Qendîl, Xakurkê, Zap, Zagros û Garê hatine bombekirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, bomberdûman ji aliyê gelek balafiran ve saet di 21:00 de destpê kiriye. Her wiha di dema bomberdûmanê de balafirên keşfê jî li herêmê digeriyan.

Hat ragihandin ku niha tevgerek nîne û li ser encamên bomberdûmana duh agahiyek zelal nehat bidestxistin.