Farqîn li dijî êrîşên dijwar li ber xwe dide
Li Farqînê bi qedexeya derketina derve re êrîş dijwar bûn. Li nuqteyeke wesayîtên zirxî lê bûn, teqîneke dijwar pêk hat.
Li Farqînê bi qedexeya derketina derve re êrîş dijwar bûn. Li nuqteyeke wesayîtên zirxî lê bûn, teqîneke dijwar pêk hat.
Li navçeya Amed Farqînê, bi qedexeya derketina derve re ku cara 6. hat îlankirin, li hemberî taxên Tekel, Konak û Mescîtê yên bi heman li dijî terora hêzên dewletê xwe diparêzin, êrîşan destpêkirin. Li herêma Gaza Topê ku li pêşiya her sê taxan e, tankên leşkerî yên zirxî hatin bicihkirin. Ji rêyên kolanên Azîzoglû û Eskî Bîtlîsê, bi panzer, wesayîtên zirxî yên kobra, akrep û kepçeyên zirxî li hemberî taxan êrîşan destpê kirin. Hat ragihandin ku ji gundên li başûrê navçeyê jî leşker ber bi van her sê taxan ve hatine veguhastin.
TEQÎNEKE DIJWAR RÛ DA
Li kolana Azîzoglû, li cihê ku polîsên tevgera taybet ên hewl didan bi panzer û wesayîtên zirxî bikevin taxên Telek û Mescîtê teqîneke mezin rû da. Beriya teqînê 2 polîsên tevgera taybet li nuqteya teqînê bi kincên sivîl hatin dîtin. Di teqînê de polîs ji holê winda bûn. Der barê aqûbeta polîsan de agahiyeke zelal nehat bidestxitin.
Her wiha hat ragihandin ku li van taxan elektrîk jî hatiye birîn. Polîsên ku hewl didin bikevin nava taxan, li ser berxwedana gel, neçar dimînin her carê xwe vekişînin.